‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi danûstandinan pêkan e‘

Rêveberê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Hesekê Ehmed Esed destnîşan kir ku nenavendîbûn û pirrengî çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyeyê ye û got ku çareserî dê bi rêya danûstandinên Sûrî-Sûrî pêk were.

‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi danûstandinan pêkan e‘
18 tebax, 2018   07:03

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Rêveberê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Hesekê Ehmed Esed girîngiya hevdîtinên şandeya MSD‘ê û rêjîma Sûriyeyê ji ajansa me re destnîşan kir û anî ziman ku armancên diyalogên MSD‘ê bi rêjîma Sûriyeyê re pêkanîna aştiyê di navbera hemû aliyan de ye û destnîşan kir ku danûstandinên rêbazê herî baş ji pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê ye.

Esed di destpêka axaftina xwe de got ku armanca ji hevdîtinên di navbera rêjîma Sûriyeyê û MSD‘ê de çareserkirina aloziya Sûriyeya bi rengekî siyasî ye û diyar kir ku serokê partiyê jî di nava şandeyê de bû.

Esed anî ziman ku heke rêjîma Sûriyeyê di hevdîtinan de cidî be û bixwaze bi rastî gavên ber bi çareserkirina aloziyê ve biavêje, dê gelek xebatên cidî ji bo pêkanîna aştiyê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rengekî demokratîk bêne kirin.

Li gorî Esed, ji bo çareserkirineke radîkal ji aloziyê re pêwîst e aliyên din ên opozîsyonê bi rêjîm û MSD‘ê re diyalogan re çêke. Ji ber ku danûstandinên Sûrî-Sûrî rêbazeke herî guncaw ji bo çareserkirinê ye û ji ejnîdeyên derve dûr e.

Rêveberê Partiya Sûriyeya Pêşerojê tekez kir ku civînên di navbera aliyên Sûriyeyê de gelek girîng in ku gelê Sûriyeyê li hev bicivîne û wiha domand: "Pêwîst e em yekrêziya xwe çêkin û dagirkeran ji xaka xwe derxin û ji avakirina Sûriyeyeke nû, ne desthilatdar ku mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike, bixebitin."

Rêveberê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Buroya Hesekê Ehmed Esede di dawiya axaftina xwe ev tişt anî ziman: "Sûriyeya nû divê ne navendî be, pirreng be, divê rêjîma Sûriyeyê û aliyên din şertê avakirina Sûriyeya nenavendî û pirreng qebûl bikin, bi vê yekê dê aramî li Sûriyeyê pêk were."

(bb/ew)

ANHA