Şêniyên Efrînê hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê vegot

Gelek malbatên Efrînê ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku mal û milkên welatiyan talan dikin, şêniyên herêmê dikujin û direvînin neçar man ku dev ji warê xwe berdin û xwe li herêma Şehbayê bi cih bikin. Hindek ji wan malbatan jî ji îdiayên dewleta Tirk û ajanên wê re bûn qurban.

Şêniyên Efrînê hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê vegot
Şêniyên Efrînê hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê vegot
Şêniyên Efrînê hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê vegot
Şêniyên Efrînê hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê vegot
Şêniyên Efrînê hovîtiya artêşa Tirk û çeteyên wê vegot
18 tebax, 2018   07:29

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Gelek malbatên Efrînê dema ku li Efrînê bûn ji ber kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zilm û zor dîtin û tu çare li pêşiya wan tune bû ji bilî ku berê xwe bidin herêma Şehbayê.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Efrînê yên ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warê xwe berdin û di nava bêdengiya navdewletî de, ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Welatiyê bi navê M.E. yê ji Efrînê ye ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi îdiayên derew hate îşkencekirin û revandin.

M.E. dibêje ku ew xistin girtîgehê û ji aliyê çeteyên dagirkeran ve îşkence lê hate kirin û heta niha jî şûna îşkeneyê li ser laşî wî heye. M.E. got ew ji aliyê komeke çeteyan ên navê El-Cebhe El-Şamiya yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê li xwe dikin ji mala xwe hate revandin û bi îdiaya ku çek li gel wî heye, tawanbar kirin, 10 rojan di girtîgehê de ma û dibêje ji bo wî mîna 10 salan bû û di wê derê de bi awayekî zêde hate îşkencekirin.

M.E. got ku di girtîgeha ku ew tê de bû bi sedan şêniyên ku ji aliyê çeteyan ve bi tawanên derew hatibûn revandin û bi awayekî hovane dihatin îşkecekirin hebûn.

M.E. piştî ji çeteyan hate rizgarkirin xwe gihand herêma Şehbayê û li navçeya Til Rifet birînên xwe yên îşkenceyê derman dike.

Malbata K.F. a ku ji îdiayên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dibêjin bila şêniyên Efrînê li malê xwe vegerin bû qurban. Malbatê biryar da û li Efrînê vegeriya û careke din ji ber tirsa ji çeteyan li Şehbayê vegeriyan û xwe li wê derê bi cih kirin.

F.M. ku ferdek ji malbatê ye, dibêje hevalên wê lê digeriyan û ji wan re digotin vegerin Efrînê û digot tu tişt li Efrînê tune ye.

F.M. got ciwanên Efrînê yên herî zêde ji aliyê çeteyan ve bi tawanên derew têne revandin, îşkencekirin û kuştin û bi îdiayên derew tawanbar dikin da ku wan bitirsînin, her wiha wan neçar dikin ku mirovên xwe jî tawanbar bikin.

Der barê rewşa jinên li Efrînê de F.M. got bi darê zorê ew neçar dikirin ku xwe bipêçin û got ger ew û hevjînên xwe di sûkê yan jî di kolanê de bimeşin, heqaretê li hevjînên wan dikin.

Di demên dawîn de gelek nûçe li ser belavkirina xwarina bêpere li Efrînê hatin belavkirin û ev yek jî di çapemeniya Tirkiyeyê de hate diyarkirin. F.M. der barê vê yekê de got ku xwarin li çete û malbatên wan dihat belavkirin, ne li şêniyên Efrînê.

F.M. tekez kir ku tu kar li Efrînê nabe ji ber ku çeteyan û malbatên wan hemû kar û sûk xistine bin serweriya xwe.

Hevjînê F.E., K.F. jî got ku ew ji aliyê çeteyan ve hate revandin û radestî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, piştî lêkolînên li ser Erka Xweparastinê ew li tu tiştî mikur nehat, ji ber wê piştî 4 rojan hate berdan.

Şêniyan bang li hemû efrîniyan kir ku li pey derewên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçin.

(bx/ew)

ANHA