‘Di mijara tecrîdê de rêxistinên cîhanî berjewendiyên Tirkiyeyê diparêzin’

Parêzer Kawa Fatimê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan dijberî qanûnên navdewletî ye û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî bê deng in, ji ber ku ew berjewendiyên dewleta Tirk ên ku wê bi Yekitiya Ewropayê ve girê didin, diparêzin.

‘Di mijara tecrîdê de rêxistinên cîhanî berjewendiyên Tirkiyeyê diparêzin’
17 tebax, 2018   06:51

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Parêzer Kawa Fatimê di hevpeyvîneke bi ajansa me re diyar kir ku dewleta Tirk siyaseta yek reng û yek al dimeşîne û ne wekî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji lew re tecrîdê li ser wî ferz dike û nahêle fikrên wî li Rojhilata Navîn belav bibin.

Her wiha Fatimê diyar kir ku  tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, dê di dawiyê de têk biçe. Ji ber ku gelên Rojhilata Navîn bi fikra Ocalan bawer in û ew jî bi rêya jiyana hevbeş di hemû pêkhateyan de xuya dike.

Fatimê wiha li gotinên xwe zêde kir: "Tirkiye hewl dide bi rêya AKP'ê siyaseta dîktatoriyê ferz bike. Her wiha Tirkiye bawer dike ku bi rêya ferzkirina tecrîdê li ser Ocalan dê nehêle fikr û felsefeya Ocalan li Rojhilata Navîn belav bibe. Lê hewldanên wê têk çûn, ji ber ku Ocalan bi rêya pirtûkên xwe fikra xwe li hemû cîhanê belav kir.

Fatimê bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga azadiya mirovan û bidawîkirina pergalên desthilatdar, zordarî û dîktatoriyê kirî. Ev jî ne li gorî siyaseta Tirkiyeyê ya sûcî û fikrên wê yên nemirovî ye, ji ber ku Erdogan hewl dide siyaseta yek reng û yek al bi cih bîne.

Di berdewama gotinên xwe de Fatimê destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan hatiye ferz kirin dijberî qanûn û peymanên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan li gel dadgeha navdewletî ne.

Parêzer Fatimê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna ku niha li Rojhilata Navîn bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşe. Heta bidestxistina serfirazî û hemû armancan divê ev têkoşîn berdewam bike.

(şx/ew)

ANHA