Kongreya Kongra Star di roja duyemîn de ye

Roja duyemîn a kongreya 7`emîn  a Kongreya Star li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê bi dûrişmeyaʺBi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikinʺ destpê kir.

Kongreya Kongra Star di roja duyemîn de ye
Kongreya Kongra Star di roja duyemîn de ye
17 tebax, 2018   06:45

QAMIŞLO

Duh kongreya 7`emîn a Kongreya Star li bajaroka Rimêlan bi beşdarbûna 700 delegeyan li navçeya Çand û Hunerê ya Aram Tîgran destpê kir. Di roja yekemîn de, axaftin hatin kirin, rapora xebatê ya Kongreya Star a du salan hate xwendin û nirxandin.

Roja duyemîn a kongreyê ango îro  bi xwendina rêziknameya Kongreya Star destpê kir.

Tê payîn îro kongre bi hilbijartinên desteyên rêveber ên nû bi dawî bibe.

(kc)

ANHA