Hezar û 800 mamosteyan dewreya perwerdeyê bi dawî kir

Di amadekariyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê de ji bo pêşwazkirina sala perwerdeyê ya nû, hezar û 800 mamoste di ezmûnekê re hatin derbas kirin. Mamoste beriya 2 mehan tev li dewreyên perwerdeyê bûbûn.

Hezar û 800 mamosteyan dewreya perwerdeyê bi dawî kir
Hezar û 800 mamosteyan dewreya perwerdeyê bi dawî kir
Hezar û 800 mamosteyan dewreya perwerdeyê bi dawî kir
17 tebax, 2018   07:05

UDEY EL-EHMED / TEBQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Tebqayê dewreya perwerdeyê ya ku beriya 2 mehan  dabû destpêkirin, bi dawî kir. Komîteyê ji bo amadekirina mamosteyên Tebqa û gundewarên rojhilat û bakur ji bo hezar û 800 mamosteyan ji beşên cuda dewreya perwerdekirinê vekir.

Armanca vê dewreyê, pêşxistina asta fikrî û zanistî ya mamosteyan, karînên wan di wanedayînê de û têgihaştîna bi xwendekaran re û teşwîqkirina xwendekaran bû.

Di dewreyê de mamosteyan waneyên şêwazên wanedayînê, waneyên derûnî û bîrdozî dîtin ku ji aliyê 75 perwerdekarên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê hatin dayîn.

Mamoste li 11 navendan bi vî awayî hatin belav kirin: Bajarê Tebqa 3 navend (Umer El-Mixtar, El-Qadisiye, Fayêz Mensûr), bajarokê El-Cirniyê 3 navend (El-Ciriniyê, El-Mehmûdlî, El-Remle) û 5 navend li gundewarên başûr (El-Mensûra, Hinêde, El-Sehil, El-Kesrat, Retla).

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê Hezar El-Derwîş got ku ji bo naskirina asta sûdgirtina mamosteyan ji dewreyê me îro nirxandinek dawî ji bo mamosteyan çêkir. Komîteya nirxandinê ji 5 endaman, hevserokên navendê, arşîv, 2 ji perwerdekaran pêk dihat.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 2’yê Îlona vê salê wek destpêka sala perwerdeyê ya 2018-2019'an diyar kir.

(şx)

ANHA