Êzidiyên Tirbespiyê: Ebadî di qetilkirina gelê Iraqê de şirîkê Erdogan e

Welatiyên Êzidî yên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo serokê Iraqê wiha dibêjin: "Heyder Ebadî di qetilkirina gelê Iraqê de şirîkê Erdogan e."

Êzidiyên Tirbespiyê: Ebadî di qetilkirina gelê Iraqê de şirîkê Erdogan e
17 tebax, 2018   06:30

KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Welatiyên civaka Êzidî yên navçeya Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk ên dawîn li ser Şengalê ku  di encama êrîşan de endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Desteya Rêveber a KCK‘ê Zekî Şengalî şehîd bû, şermezar kir. Her wiha welatiyan bi rêya ajansa me nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Silêman Êzidî got ku êrîş di encama siyaseta dagirkera Tirk ji bo qirkirina gelê Êzidî pêk hat û wiha got: "Tirkiye siyaseta kal û pîrên xwe yên Osmaniyan didomîne û gelên azadîxwaz hedef digire. Ev êrîş beşek ji siyaseta qirkirinê ye ku Êzidiyan dike hedefa xwe ye."

Silêman destnîşan kir ku êrîş piştî serdana Heyder Ebadî ji Tirkiyeyê re pêk hat û wiha got: "Ev serdan koordîneya her du aliyan îsbat dike. Ebadî di qetilkirina gelê Iraqê de şirîkê Erdogan e. Her wiha bêdengiya hikumeta Başûr wê dixe aliyê dijminê gelê Kurd."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Nesîba Tîlî êrîş şermezar kir û destnîşan kir ku Erdogan û dijminên gelê Kurd, qirkirina gelê Kurd armanc dikin û wiha domand: "Me DAIŞ dît çi li perestgehên Şengalê kir. Dewleta Tirk eynî wê kirinê li Efrînê dike. Bi armanca qirkirina gel, Şengalê topbaran dike. Lê teman çi qas dibe bila bibe em ê rêya berxwedanê berdewam bikin."

 (şx)

ANHA