Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR): Parastina gelê me yê Êzidî û axa Şengalê erka ciwanan e

Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) derbarê êrîşên dewleta faşîst ya Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. YCR bang li ciwanan kir ku li hemberî faşîzma Tirk û îxaneta PDK’ê dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR): Parastina gelê me yê Êzidî û axa Şengalê erka ciwanan e
16 tebax, 2018   15:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li ser sûîqesta artêşa Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî şehîd bû daxuyaniyek da. YCR bang li hemû ciwanan kir ku li hemberî faşîzma dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê serî hildin û ji bo tolhildana Zekî Şengalî dakevin qadan.

Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava daxuyaniya xwe wiha domand:

 ‘’Îro bi destê rejima faşîst ya AKP-MHP û hevkarê wê PDK’ê dîsa plansaziyên qirej li ser axa pîroz ya Şengal tên kirin û re li ber komkujî û fermanên nû ten vekirin. Ji ber vê erkek pir giring dikeve ser mile ciwanên şoreşger. Erka me ewê ku em bênavber ji bo gelê xwe ê Êzidî û parastina axa Şengalê bi rihê ‘Serî hilde’ dakevin kolanan û tekevin nava çalakiyan. 

Wek li Şengalê, li Başûrê Kurdistanê jî metirsiyeke mezin li ser gelê me heye. PDK a ku dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê civaka Êzidî bi tenê hişt, niha jî Êzidiyan di nava lepên dewleta Tirk a dagirker a ku xwediyê çeteyan e, dihêle. Dîrok dîsa xiyanetê dinivîsîne. Pêwîste herî zede Ciwanên Kurd hemberî îxanetê bisekine û rê ne de lîstokên qirêj yên PDK’ê.

Dewleta faşîst ya Tirk bi qetlîam û sûîkastên xwe nîşan dide ku têkçûyina wê nêze. Ciwanên Şoreşger, gelê me û tevgera me li hember tu êrîşan serê xwe natewine û bi têkoşînek hin mezintir ber bi azadiya xwe dimeşin. Em disa soza tolhildana şehid Zekî Şengalî û hemû şehidên Şoreşê didin û emê bi têkoşîna xwe hesap ji van dewleta faşîst ya Tirk û hevkarê wê PDK’ê bipirsin.‘’