‘Êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê berdewama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne‘

Şêniyên Girkê Legê diyar kirin ku êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmê isbata têkçûna siyaseta Tirkiyê ye. Şêniyan tekez kirin ku ev êrîş berdewama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê der heqê Êzidiyan de ye.

‘Êrîşên dewleta Tirk li ser Şengalê berdewama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ne‘
16 tebax, 2018   15:33

RAPERÎN TEHLO-LÎNA CANGÎR/QAMIŞLO

Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh êrîşeke li dijî herêmên Şengalê pêk anîn. Êrîş di dema ku gelê Êzidî qurbaniyên komkujiya çeteyên DAIŞ‘ê ya 14‘ê Tebaxa 2014‘an a li ser gundê Koçoyê Şengalê bi bîr dianîn. hate kirin.

Bomebebarana artêşa Tirk a dagirker ên li ser Şengalê ku di encamê de sivîl û endamê Koordînasyona Civka Êzidî Zekî Şengalî şehîd rastî hêrs û nerazîbûna gel hatin .

Şêniyên Girkê Legê der bare êrîşê de nêrînên xwe ji ajansa me re pav kirin û diyar kirin ku ev komkujî wê israre gelê Kurd ji bo bilindkirina asta berxwedanê zêde bike.

Welatiyê bi navê Mihemed Cemîl destpêkê êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêmên Şengalê şermezar kir û van êrîşan bi destkeftiyên ku gelê Kurd bi dest xistiye ve girêda û wiha got:" Ev êrîş wisa ji valahiyê nehatine. Di dîrokê de her çi qas gelê Kurd destkeftî û serfirazî bidest bixe li ku derê dibe bila bibe, rastî êrîşên hovane tê. Ev êrîş di encama destkeftiyên gelê Kurd û şikestinên hikumeta AKP'ê de pêk hatin."

Welatiyê bi navê Cemîl Mihemed destnîşan kir ku gelê Şengalê gelek komkujiyên qirkirinê derbas kirine û ew ê li hember tehdîd û êrîşên dewleta Tirk teslîm nebin.

Her wiha Cemîl endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî yê ku di encama êrîşê de şehîd bibû bibîr anî û wiha got:" Bi hezaran ewladên gelê Kurd dê şopdarî rêya têkoşîna şehîd Zekî bin."

Welatiyê bi navê Xalid Osman destnîşan kir ku tu cudahî di nav bera êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê li dijî Êzidiyan tune ye. Ev êrîş berdewama êrîşên DAIŞ'ê ye.

Osman got ku ev êrîş vîna gelê Kurd û bi taybet şêniyên Şengalê naşkîne û bang li Civata Navdewletî û hikumeta Iraqê kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Şengalê bisekinin ji ber ku Şengal parçeyek ji Iraqê ye.

Osman wiha domand :" Em ji Erdogan re dibêjin, êdî sebira me li hember kirinên te yên terorîst nema. Me gelek şehîd dan lê vîna me li hember dagirkeran zêde dibe."  

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Muna El-Nasir got ku hikumeta Erdogan di hemû astên siyasî û aborî têk çûye, Ji ber wê hewl dide bi rêya van êrîşan li dijî gelê Kurd têkçûna xwe derbas bike.

Muna El-Nasir şehîd Zekî û hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha got:" Şehadeta şehîd Zekî nayê wateya bidawîbûna berxwedanê lê belê bi milyonan tola şehîd Zekî rakin û rêya azadiyê û rumeta gelan dişopînin."

Welatiya bi navê Xalya Selmo êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got:" Dewleta Tirk hewl dide rêya azadî û serfiraziya gelê Kurd asteng bike. Lê berovajî vê ev êrîş dê vîna gel ji bo bidestxistina serkeftinan zêde bike."

(şx)

ANHA