Li Kampa Serdemê dê sûkeke gelêrî bê vekirin

Şaredariya Gel a Kampa Serdem bi armanca peydakirina pêwîstiyan ji şêniyên kampê re amadekariyên vekirina sûkekê dike.

Li Kampa Serdemê dê sûkeke gelêrî bê vekirin
Li Kampa Serdemê dê sûkeke gelêrî bê vekirin
Li Kampa Serdemê dê sûkeke gelêrî bê vekirin
Li Kampa Serdemê dê sûkeke gelêrî bê vekirin
16 tebax, 2018   09:28

CAFER CAFO – ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Ji destpêka avakirina Kampa Serdemê ve ku şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin li wê derê bi cih bûne, şaredariya gel tevî derfetên xwe yên kêm di hemû aliyan de xizmeta şêniyan dike.

Şaredariyê li ser xwesteka şêniyan dest bi avakirina sûkeke gelêrî li kampê kir. Di sûkê de 63 dikanên berberiyê, sebze, goşt û cilan heye.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Kampa Serdem Qazqulî Mihemed got ji erka şaredariyê ye ku di hemû aliyan de xizmeta şêniyan bike û pêwîstiyên wan peyda bike. Mihemed destnîşan kir ku tevî derfetên xwe yên kêm alîkariya şêniyan dikin û di demên dawîn de wan dest bi avakirina sûkeke gelêrî kir da ku hemû pêwîstiyên şêniyên kampê peyda bikin bêyî ku ji kampê derkevin.

Mihemed tekez kir ku ew ê heta dawiyê tevî derfetên xwe yên kêm alîkariya şêniyan bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kar û xebatên avakirina sûkê beriya mehekê dest pê kir û di nava çend rojan de dê bi dawî bibe.

(bx/ew)

ANHA