Ji bo dilsoziya bi şehîdan re çerxeriya Şehîdan li El-Keramê tê avakirin

Şaredariya Gel a bajaroka El-Keramê ya girêdayî Reqayê xebatên xwe yên pêşxistina rewşa xizmetguzariyê didomîne.

Ji bo dilsoziya bi şehîdan re çerxeriya Şehîdan li El-Keramê tê avakirin
Ji bo dilsoziya bi şehîdan re çerxeriya Şehîdan li El-Keramê tê avakirin
16 tebax, 2018   09:41

REQA

Ji dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajaroka El-Keramê ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine ve, Şaredariya Gel a bajarok di nava kar û xebatan de ye. Şaredariya Gel ji bo pirsgirêka hatûçûnê çareser bike û dilsoziya bi şehîdan re çerxeriya ber bi bajarên Dêrazorê û Reqayê ve ava dike.

Ji bo dilsoziya bi şehîdan re çerxerê bi navê "çerxeriya şehîdan" hate binavkirin û têde peykerek hatiye çêkirin ku nîşana şehîdan dide û di destên peyker de şaxekî zeytûnan heye.

Çerxerê ji aliyekî din ve pirsgirêka hatûçûnê çareser dike. Heta niha % 50 ji projeyê bi dawî bûye û tê payîn di dawiya meha Tebaxê de dê xebat bi dawî bibin.

Girêdayî mijarê endamê rêveberiya Buroya Pîşeyî ya Şaredariya Gel endezyar Feysel El-Beyrem got ku ev xebat tiştekî herî bi çûk li hemberî keda şehîdan e, da ku welatiyên herêmê karibin jiyana xwe vejînin.

Devera El-Keramê di 20'ê adara sala borî de ji destên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin.

ANHA