Tirkiye û Rûsya hewl didin Cebhet El-Nusra bihelînin an veguhêzin

Piştî ku Rûsya û Tirkiyeyê agirbestek li gundewarên Idlib û Hemayê ragihandin di roja yekemîn de agirbest hate binpêkirin û careke din bêdengî li herêmê serwer bû. Çavkaniyên ragihandin ku rewş ber bi helandina Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ve diçe. Hin çavkaniyên din jî guman dikin ku Cebhet El-Nusra ber bi bajarên Cerablûs û Babê ve yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne bête veguhestin.

Tirkiye û Rûsya hewl didin Cebhet El-Nusra bihelînin an veguhêzin
16 tebax, 2018   09:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku bêdengî careke din vegeriya gundewarên Idlib û Hemayê, piştî ku agirbest di roja yekemîn de li herdu parêzgehan hate binpêkirin.

Di 24 saetên destpêkê yên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê ku li gundewarên Idlibê û Hemayê ragihandine de, hêzên rêjîmê duh deverên gundên El-Xiwîn û Zerzûr ên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin û beriya wê jî deverên El-Letamnê û bajaroka Sikîk topbaran kir. Helîkopterên rêjîmê jî bermîlên bombekirî bi ser bajaroka El-Temanha û devera El-Ezîzîiyê ya gundewarê Xan Şêxûn berdan. Di encamê de 4 welatiyên sivîl ku di nava wan de zarokek jî hebûn jiyana xwe ji dest dan.

Tevî agirbesta hatiye ragihandin pevçûn di roja şeşemîn de berdewam dikin. Li aliyê din hêzên Tirkiyeyê bêtir hêza xwe ber bi Idlibê ve dibe û li derdora xalên çavdêriya xwe dîwanan ava dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê girêdayî mijareke din ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) li aliyê rojavayê gundewarê Helebê seferber bûne û gelek bendên kontrolê di navbera bajarokên gundewarê rojavayê Helebê de danîne. Her wiha tabûrên kamyonan ku bi çekên giran û navîn dagirtîne ji gundewarê Idlibê û Hemayê ve tên û tabûrekî mezin a Partiya Îslamî ya Turkistanî li gundewarê Helebê li rex çek û cebilxaneya xwe bi cih bû. Bêyî ku derbarê sedema seferberiyê de agahî bêne wergirtin.

Navendê piştrast kir ku xebat ber bi zexta li ser Cebhet El-Nusra ve diçin da ku xwe bihelîne yan jî ji Idlibê dûr bikeve, da ku êrîşa hêzên rêjîmê li dijî parêzgehê were pûçkirin. Birêveberê Navendê Ramî Ebdulrehman ji rojnameya Şerq El-Ewsat re got ku dibe ku çeteyên Cebhet El-Nusra ber bi gundewarê bakurrojhilatê Helebê ve bêne şandin û got ku kêşeya sereke ya Cebhet El-Nusra çarenûsa rayedar û endamên wê yên biyanî ne. Hin çavkaniyan ragihandin ku Tirkiye dest ji çeteyên Cebhet El-Nusra bernade nemaze piştî ku hevkarê xwe yê DAIŞ'ê li herêmê winda kir.

Çavkaniyên ewlehî yên girêdayî rêjîma Sûriyeyê eşkere kirin ku rêjîmê dergeha Ebû Zihûr a gundewarê başûrê Idlibê li pêşiya welatiyên sivîl vekiriye da ku welatiyên sivîl derbasî herêmên di bin serweriya artêşa  Sûriyeyê de ne bibin. Pisporekî leşkerî yê Sûriyeyê diyar kir ku tevgerên artêşa Sûriyeyê ya niha piştrast dike ku çalakiya leşkerî li Idlibê nêzîk bûye.