Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan

Ji bo dûrxistina zarokan ji rewşa şer û aloziya ku herêm tê re derbas dibe ji ber şerên domdar zêdertirî 7 salan e ji bo pêşxistine şarezahî û asta zarokan, Saziya Perwerdeyê li bajarê Hesekê çalakiyên cur bi cur pêşkêş kirin.

Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
Li Hesekê çalakiyên pêşxistina karînên zarokan
16 tebax, 2018   07:25

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Saziya Perwerdeyê di 16'ê Hezîrana borî ve û piştî bidawîbûna sala perwerdeyê, dewreyên ji bo pêşxistina karînên zarokan li her du dibistanên Hesekê, Can Hecar li taxa El-Salihiyê û Elî Bekir li taxa El-Kelasê vekirin. Saziyê, bajar bi navê beşa rojhilat û beşa rojava dabeşî du beşan kiribû.

Zarok di dewreyan de li gorî derfet û daxwazên xwe tev li gelek çalakiyên muzîkê wekî stran û lêdana amûrên tembûr, ûd, kemen û gîtarê û çalakiyên hunerî wekî karên destan û çalakiyên werzîşê bûn.

Zarokên ku tev li dewreyan bûne, temenên wan di navbera 6-16 saliyê de bûn. Hejmara zarokên ku tev li dewreyan bûne 325 e. Li dibistana Elî Bekir a taxa El-Kelesê 150 zarok û li dibistana Can Hecar a taxa El-Salhiyê 175 zarok. Zarok ji taxên El-Eziziye, El-Miftî û El-Salihiyê tev li dewreyan bûn.

Di hevpeyvînek bi ajansa me re endamên rêveber a çalakiyên havînê li her du dibistanan Biyan Bekir (D.Elî Bekir) û Bîwan Mihemed (Can Hecar) li ser armancên vekirina van dewreyan axivîn û destnîşan kir ku ji bo pêşxistina şarezahî û karînên zarokan û ji bo dûrxistina wan ji rewşa şer wan ew dewre vekirine.

Her du endamên rêveber diyar kir ku li ser daxwaza malbatên zarokan û ji bo bilindkirina asta zarokan di zimanê kurdî de wan dewreyên fêrkirina zimanê kurdî jî vekirine. Her wiha zarokan jî kêfxweşiyên xwe ji bo tevlêbûna van çalakiyan anî ziman û spasiya mamosteyan kir.

(şx)

ANHA