Deriyê Kerem Ebû Salim careke din hate vekirin

Hikumeta Îsraîlê ku ji 9`ê Tîrmehê ve yekem deriyê ku di rêya wê re pêdivî derbasî Xezayê dibûn girtibû, îro ji nû ve vekir.

Deriyê Kerem Ebû Salim careke din hate vekirin
15 tebax, 2018   11:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Îsraîlê careke din Deriyê Kerem Ebû Salim vekir. Di rêya wê deriyê re bi dehan erebeyên mezin gelek pêdivî û sotemeniyê derbasî Xezayê dikin.

Li gorî Ajans France Pressê li ser zimanê hindek berpirsan ku Deriyê Kerem Ebû Salim careke din hate vekirin da ku pêdivî û sotemeniyê derbasî Xezayê bikin.

Ji 9`ê Tîrmeha derbasbûyî ve Îsraîl nahêle ku pêdivî bi rêya deriyê derbasî Xezayê bibin. Di nav de madeyên avakirinê, sotemenî û madeyên xwarinê yên ji Xezayê re pêwîst jî hene.

Serokê Komîteya Serokê Koordînasyona derbaskirina pêdiviyan ji Xezayê re Rayid Fetûh got dê îro nêzî 700 erebeyên bar derbasî Xezayê bibin. Fetûh destnîşan kir ku dê gelek sotemenî, di nav de gaz jî derbasî Xezayê bibe.

(bx)