DKP: Rêheval Atakan, tu yê di şerê me de bijî

Partiya Komînarên Şoreşger endamê PKK’ê Atakan Mahîr li bîr anî û diyar kir ku gelên Kurd, Tirk û şoreşgerên ji bo azadiya gelan şer dikin Atakan Mahîr ji bîr nakin û wiha got: “Rêheval Atakan, tu yê di şerê me de bijî, em soz didin ku di roja serkeftinê de navê te li hemû deverên welat binivîsin.”

DKP: Rêheval Atakan, tu yê di şerê me de bijî
15 tebax, 2018   12:01

HESEKÊ

Partiya Komînarên Şoreşger (DKP) der barê şahadeta endamê PKK’ê Atakan Mahîr (Îbrahîm Çoban) de ku li navçeya Pilemurî ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî da. DKP’ê diyar kir ku ew bejna xwe li ber bîranîna Atakan Mahîr ditewînin û sersaxiyê ji gelê Kurd, PKK û HPG’ê re dixwazin. 

Daxuyaniya DKP’ê wiha ye:

“Rêvehal Atakan Mahîr fermandarakî mezin bû. Demeke dirêj li Dêrsimê li dijî artêşa dagirker a Tirk şer kir. Îro li dijî faşîzma leşkerî û siyasî îmzayên rêheval Atakan tên dîtin. Em dizanin ku êşa windakirina rêheval Atakan pir mezin e, lê keda wî ya di Fermandariya Hevbeş a Tevgera Hevgirtî ya Gelên Şoreşger, rêhevaltiya wî, di serî de rêvalên wî, gelê Dêrsimê, gelê Tirk û Kurd ji bîr nake. Dê Atakan Mahîr li her derê di şerê me de bijî. 

Dêrsim ji aliye artêşa faşîst a AKP’ê ve bi armanca îmhayê hatiye dorpêçkirin. Vekirî tê dîtin ku dixwazin komkujiyeke duwemîn pêk bînin. Gerîla û hêzên azadiya gelan li Dêrsimê li hemberî faşîzmê bi şerê xwe destanan dinivîsin. Îro dixwazin hemû cihên başûrê Kurdistanê wekî Efrînê lê bikin. Li dijî wê jî gerîlayên HPG’ê li Xakurkê derbeyên giran li dijmin dixe û bi fedayî şer dike.  

Lê erkê ku îro dikeve ser milê me, li cem gelê Kurd ê ku duh bajarên wan, îro çiyayên wan tên şewitandin cih bigirin û şikandina dorpêçkirina faşîzmê ya Rojava ye. Gelê ku qedera wî bi zilma faşîzma AKP’ê re bûye yek, divê têkoşîna wan jî bibe yek. Rêheval Atakan Mahîr rêhavalê me hemûyan e, fermandarê me hemûyan e. Gerîlayên ji bo azadiya gelan şer dikin, hêza azadiya me hemûyan e.

Oxir be fermandar Akakan.

Em soz didin ku di roja serkeftinê de navê te li her dera welat binivîsin!

Şehîdên Dêrsim/Pilemuriyê nemir in!

Bijî têkoşîna hevpar a gelan.”

ANHA