Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin

Welatiyên pêkhateya Çerkez ên bajarê Minbicê komeleyeke xwe ya taybet ji bo xebatên xêrxwazî, çandî û civakî bi navê "Komeleya Çerkezî" vekir.

Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
Komeleyeke Çerkezan li Minbicê hate vekirin
15 tebax, 2018   10:17

MINBIC

Xebatên xwebirêxistinkirina pêkhateyên herêma Minbicê bi rêk û pêk berdewam dikin. Welatiyên pêkhateya Çerkez bi armanca pêşxistina xebatên xwe yên xêrxwazî, çandî û civakî, di salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê de bi merasîmekê komeleyeke xwe ya taybet bi navê "Komeleya Çerkezî" vekir.

Di merasîma vekirina komeleyê de bi dehan welatiyên bajêr û bi taybet welatiyên ji pêkhateya Çerkez û endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û şandeya ji Cizîrê beşdar bûn.

Merasîm bi dîlaneke folklorîk a çerkezî li ber stranên folklorîk hate destpêkirin. Piştre xwarinên ku jinên Çerkez amade kirine, hatin pêşkêşkirin.

Armanca komeleyê ew e ku pêkhateya Çerkez komî ser hev bike û çanda çerkezî biparêze û hevgirtinê bi pêkhateyên din re xurt bike. Her wiha dê zimanê çerkezî bi zarokên pêkhateyê bide fêrkirin.

Merasîma vekirina Komeleya Çerkezî bi dîlan û stranên folklorîk ên çerkezî bi dawî bû.

ANHA