Di navbera çeteyan û koçberên li Efrînê bi cih bûne de pevçûn derketin

Li bajarê Efrînê di navbera welatiyên Xota El-Şerqiyê ku artêşa Tirk li Efrînê bi cih kirine û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şer û pevçûn derketin. Li aliyekî din piştî ku hejmareke ciwanan ji taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê hatin revandin bi dehan welatiyên bajêr daketin kolanan û xwepêşandanek li dar xist.

Di navbera çeteyan û koçberên li Efrînê bi cih bûne de pevçûn derketin
15 tebax, 2018   10:36

EFRÎN

Gelek çavkaniyên pêbawer ji hundirê bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hejmareke ciwanan ku amadekariya xwepêşandanekê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dikir, ji taxa Mehmûdiyê ya bajêr revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Revandina welatiyên Efrînê rojane dubare dibe û komên çete ji bo van welatiyan berdin xiracê ji malbat û xizmên wan dixwazin.

Li aliyekî din welatiyên Xota El-Şerqiyê û bajaroka Doma yên Şamê ku di lihevkirineke Rûsya û Tirkiyeyê de li Efrînê hatine bicihkirin û hewl didin demografyaya herêmê biguherînin. Di navbera koma çeteyan a Ehrar El-Şerqiye û koçberên Xota de şer û pevçûn li Efrînê rû dan, lê sedema pevçûnan nehate zanîn.

Gelek welatiyên Xota ku xwest ji Efrînê derkevin û vegerin warên xwe, ji aliyê komên çete û artêşa Tirkiyeyê ve rastî destdirêjiyan hatin. Nemaze ji ber hovîtiya komên çete ku li ser parvekirina diziya welatiyên Efrînê şerê hev dikin, ewlehî bi temamî li Efrînê tune bûye.

ANHA