Mamosteyên Kobanê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir

Bi boneya bidawîkirina perwerdeyên mamosteyên kantona Kobanê û salvegera pêngava 15`ê Tebaxê ya 34`emîn, Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê şahî li 3 dibistanên cuda li dar xistin.

Mamosteyên Kobanê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir
Mamosteyên Kobanê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir
Mamosteyên Kobanê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir
Mamosteyên Kobanê ‘Cejna Vejînê’ pîroz kir
15 tebax, 2018   10:03

KOBANÊ

Şahî li Dibistana Şehîd Hogir, Şehîd Seydo yên navenda bajarê Kobanê û li dibistana navçeya Şêranê ya girêdayî bajarê Kobanê hatin lidarxistin.

Perwerde berî niha bi du mehan bi tevlêbûna hezar û 150 mamosteyên asta seretayî, navîn û amadehî dest pê kir. Mamosteyan perwerde li ser materyalên sala 2018-2019`an dît.

Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser Desteya Perwerdeyê daxuyaniyek ji aliyê endama Desteya Perwerdeyê Doz Şekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Em Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê salvegera vejîna têkoşînê di serî de li rêber Apo, li gelê xwe û li tevahî têkoşerên azadiyê pîroz dikin. Cejna Vejînê ya 15`ê Tebaxê ji bo milyonan hêviya jiyana azad afirandiye û têkoşîna berxwedanê veguherandiye vejîneke mezin. Di kesayeta fermandarê me yê efsanewî rêheval Egîd de li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, bi hezkirin û rêbazdarî bejna xwe li hemberî wan ditewînin."

Piştî daxuyaniyê şahî bi stran, helbest û govendê bi dawî bû.

(şm/ew)

ANHA