Bang li rêxistinan dike lê tu kes guhdar nake

Ji ber sersariya rêxistinên mirovî felc bû. Gelek caran bang li wan kir, lê bê fêde bû û wekî ku tu kes guhdar nake. Cara dawî hewldanên xwe dike û bang dike û bi hêvî ye ku vê carê li dengê wî guhdar bikin.

Bang li rêxistinan dike lê tu kes guhdar nake
Bang li rêxistinan dike lê tu kes guhdar nake
Bang li rêxistinan dike lê tu kes guhdar nake
14 tebax, 2018   09:32

EHMED REŞÎD – SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Ehmed Hemo (39) zewicî ye û 3 zarokên wî hene. Di maleke biçûk de li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dijî. Ji ber ku rewşa wî ji aliyê rêxistinan ve hate paşguhkirin, felc bû. Ev yek ji çîrokên biêş ên gelê Sûriyeyê ye. Ji ber şerê ku heta niha didome li her derê êş û hilweşandin heye.

Ehmed bi rêya ajansa me ANHA`yê xwest raya giştî li deng û êşa wî guhdar bike. Ji ber ku dengî wî dengê bi hezaran kesên mîna wî ye.

Welatiyê bi navê Ehmed Hemo dema ku çirûska yekemîn a Şoreşa Rojava di dawiya sala 2012`an de ji bajarê Helebê hate destpêkirin, bi guleyeke sûîqastê li herêma Dewar El-Cendûl dema ku ji karê xwe vedigeriya, birîndar bû. Ehmed di encma birîna xwe de felc bû.

Ev 6 sal e Ehmed vê êşê dikişîne. Tevî ku her tim berê xwe dida rêxistinên ku bi navê mirovatiyê bang dikin ên li bajarê Helebê, lê tu kesî alîkariya wî nekir. Li gorî axaftina Ehmed ku ew rêxistin alîkariya birîndarên şer dikin.

Ehmed Hemo got rewşa wî ya madî ne baş e, di demên berê de di Nexweşxaneya El-Kindî de dixebitî. Lê piştî birîndar bû nema dikare tu karî bike û felc bûye. Ehmed anî ziman ku rewşa wî ya madî roj bi roj xirab dibe. Bi alîkariya malbat û mirovên xwe û tevî birîndariya wî ji xwe re dikanek biçûk vekiriye. Di dikana xwe de madeyên xwarinê difiroşe û debara xwe û malbata xwe pê dike.

Hemo destnîşan kir ku ji ber rewşa wan a nebaş zarokên wî neçar man ku dev ji dibistan û xwendinê berdin û wiha pê de çû: "Zarokên min nikarin biçin dibistanê da ku xwendina xwe berdewam bikin. Mafên wan ên herî biçûk ji wan hate standin. Zarokatiya xwe nedîtin. Ji bo ku dermanên min ji min re peyda bikin, ji ber ku ber ku dermanên min pir buha ne û ji bo ku em wekî xelkên dîtir bijîn, zarokên min dixebitin. Heta em karibin em mesrefa xwe kêm dikin û tenê pêdiviyên pêwîst ji xwe re digirin."

Di dawiyê de Ehmed Hemo bi rêya ajansa me ANHA`yê bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku rewşa wî di ber çavan re derbas bikin û alîkariya wî bikin da ku tedawiya xwe berdewam bike, ji ber ku ew nikare tevbigre pêwîstiya wî bi kursiyeke taybet heye, her wiha ji bo ku zarokên wî li xwendina xwe vegerin. Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: "Na ji bêdengiya rêxistinan re. Ma gelo hûn nabînin çi li gelê Sûriyeyê hatiye. Ma dema hûn alîkariya me bikin û erka xwe li hemberî me pêk bînin, nehatiye?"

(bx)

ANHA