Aloziya firinên Hesekê berdewam dike

Şêniyên taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê ji ber nebaşiya nanê firina taxê bi gazinc in. Şaredariya Gel soz da ku ji xwediyê firinê eger hate îsbatkirin, hesabê bixwaze.

Aloziya firinên Hesekê berdewam dike
14 tebax, 2018   08:22

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Heta niha pirsgirêka nebaşiya cureya nanê piraniya firinên Hesekê derdikeve holê. Ji ber wê şênî pirî caran mecbûr dimînin ku nan bi buhayekî zêde ji dikanan bikirin.

Girêdayî vê mijarê hejmareke şêniyên taxa El-Ezîziyê giliyên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Welatiyê bi navê Xezalê Xelîl nerazîbûna xwe der berê nebaşiya cureya nanê firina Setûf a taxê de anî ziman û wiha got: "Nan ne baş e. Dibe sedema gelek nexweşiyan û bi taybet nexweşiya kolonê. Her wiha miqdara nanê ku tê belavkirin têra malbatên mezin nake."

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed jî wiha got: "Rewş her ku çû dijwar bû. Em nikarin nan bixwin ji ber ku zirarê digihîne tenduristiya me. Xwediyê firinê ava şor tev li nan dike û ew sedema bingehîn a nebaşiya nan e."

Her wiha welatiyê bi navê Mûnîr Talib ji aliyên pêwendîdar xwest ku li ser vê mijarê bisekinin ji ber ku nan ji hîmên sereke yên jiyanê ye.

Endama rêveber a Şaredariya Gel a rojhilat Hemdiyê Ehmed di hevpeyvînek bi ajansa me re tekez kir ku ew vê mijarê dê bişopînin û çavdêriya xebatê firinê bikin. Eger şaştiyek dîtin, dê xwediyê firinê muxelefe bikin, da ku kalîteya nan baş bike.

(şx)

ANHA