Şaredariya El-Hîşa riyên navçeyê sererast dike

Şaredariya Gel a bajaroka El-Hîşa ya kantona Girê Spî dest bi sererastkirina riyên navçeyê kir.

Şaredariya El-Hîşa riyên navçeyê sererast dike
Şaredariya El-Hîşa riyên navçeyê sererast dike
Şaredariya El-Hîşa riyên navçeyê sererast dike
Şaredariya El-Hîşa riyên navçeyê sererast dike
Şaredariya El-Hîşa riyên navçeyê sererast dike
13 tebax, 2018   15:43

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a bajaroka El-Hîşa ya kantona Girê Spî di çarçoveya pêkanîna pilansaziya xwe ya salane de, dest bi sererastkirina riyên navenda navçeyê û gundewarên wê kir.

Şaredariyê, gundên Huriya, Şibil, Şêx Hesen û Xira Beyda bi kevir hûr sererast kir, paşê dê qîr bike.

Şaredariya Gel budceya 18 mîlyon lîreyên Sûrî ji bo sererastkirina riyan veqetandiye.

Di vê çarçoveyê de riya giştî ya di navbera rawestgeha El-Hîşa û Otostrada Diwletî sererast kir. Di pêvajoya duyemîn jê dê bi budceya 37 mîlyonî werin qîrkirin.

Der bare mijarê de, Hevserokê Şaredariya Bajaroka El-Hîşa Himêdî El-Mihemed anî ziman ku sererastkirina riyan mijareke pir girîn e û da zanîn ku ji bo vê projeyê budceya 55 mîlyon lîreyên Sûrî hate veqetandin.

Welatiyê bi navê Mûsa El-Hatim spasiya şaredariyê kir û dest nîşan kir ku ji ber xirabûna riyan, bi taybet di zivistanî de zehmetî dihatin kişandin.

ANHA