Partiya Sûriyeya Pêşerojê rola jin di partiyê de vegot

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca pênasekirina armanc û rola jin di partiyê de bi jinên herêma Xinêzart ê dikeve bakurê Reqayê re civiya.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê rola jin di partiyê de vegot
Partiya Sûriyeya Pêşerojê rola jin di partiyê de vegot
Partiya Sûriyeya Pêşerojê rola jin di partiyê de vegot
Partiya Sûriyeya Pêşerojê rola jin di partiyê de vegot
13 tebax, 2018   15:27

REQA

Civîn li gundewarên bakurê Reqayê li herêma Xinêzat hate li dar xistin.

Nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û bi dehan jinên herêmê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cela Hemzawî axivî û got:" Di prosesa siyasî ku herêm tê re derbas dibe de rola herî bingehîn a jinê ye. Di vedîtina çareseriyek aşityane ji aloziya Sûriyeyê re û bicihanîna aramiya wê, divê em weke jin xwedî biryar bin."

Ji aliyê xwe ve endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ruqeya El-Elo destnîşan kir ku enerjiya jinê bilind e û wiha pê de çû:" Divê em vê enerjiya jinê û bi taybet jina Reqayê di avakirina civakê û rizgarkirina wê ji kevneşopiyên berê yên ku di dema fikira olî ya tudrewî ya çeteyên DAIŞ'ê de zêde bûn bi kar bînin.

Her wiha endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Viyan Reqa axivî û got:" Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo ji nû ve avakirina Sûriyeyê ava bû. Em girîngî didin rola jinê ji ber ku ew endama herî aktîf di ciavkê de ye. Ew dibistana yekemîn a perwerdekirina nifşan e."

(şx)

ANHA