‘Îdiayên der barê radestkirina herêman de ne rast in‘

Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, bi taybet hevdîtinên di navbera MSD‘ê û Rêjîma Sûriyeyê de civînek li dar xist.

‘Îdiayên der barê radestkirina herêman de ne rast in‘
‘Îdiayên der barê radestkirina herêman de ne rast in‘
‘Îdiayên der barê radestkirina herêman de ne rast in‘
13 tebax, 2018   16:18

DÊRAZOR

Civîn li hola civînan a navçeya Kesra hate lidarxistin. Endamên Meclisa Zagonsaz,  şêx û rûspiyên herêmê, Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî di civînê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, Endamê Desteya Serokatî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî û dest nîşan kir ku ew ji bo diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyeyê re amade ne û ev tişt anî ziman, "Çareseriya aloziya Sûriyeyê bi destê gelê Sûriyeyê ye. Em amade ne bi her aliyên ku dixwazin aloziyê bi dawî bikin û xizmeta gelê bikin diyalogan bikin. Armanca me aramiya herêmê û civandina gelê Sûriyeyê ye."

Mihemed Elî di berdewama axaftina xwe de li ser hevdîtinên MSD û rêjîma Sûriyeyê, îdiayên ku dibêjin hêzên rêjîmê derbasî sêkoşeyên ewlekariyên yên Reqa, Tebqa û Dêrazor bûne wiha got, "Me bi daxuyeniyeke fermî pêşniyarên wan bê şert qebûl kir, ji ber gelek mijar hene têkildarî xizmetguzarî, bendav, kehreba û hwd cihê nîqaşê ne. Benda  cihekê mezin di nîqaşan de girt. Îdiayên derbarê radstkirina herêman armancên xwe derxistina tevliheviyê ye."

Civîn bi nîqaşan û bersiva pirsan bi dawî bû.

(bb)

ANHA