Meclisa Girê Spî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî welatiyekî xwe şermezar kir

Meclisa Kantona Girê Spî êrîşa leşkerên artêşa Tirk li dijî weltiyekî kantonê ku di nava zeviyê xwe de dixebitî, şermezar kir.

Meclisa Girê Spî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî welatiyekî xwe şermezar kir
Meclisa Girê Spî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî welatiyekî xwe şermezar kir
13 tebax, 2018   11:30

GIRÊ SPÎ

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrîşa leşkerên artêşa Tirkiyeyê li dijî welatiyên sivîl ên kantonê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Dewleta Tirk her tim hewl dide aramiya li herêmê tevlihev bike. Nameze pêşketin û demokrasiya li herêmê pêk tê ne li gorî daxwaza Tirkiyeyê ye."

Leşkerên Tirk ên li nêzî deverên sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de duh gule li welatiyê bi navê Ehmed Îsmaîl ê ji gundê El-Minbetêh reşandin. Di encamê de Îsmaîl di pêyê xwe de birîndar bû.

Leşkerên Tirk her wiha welatiyên gundê Yabîsê yê rojavayê bajarê Girê Spî kirin armanc.

ANHA