Pirsgirêka kanalîzasyonê ya taxa Hilêliyê çareser bû

Şaredariya Gel a aliyê rojavayê bajarê Qamişlo xebatên sererastkirina kanalîzasyona taxa Hilêliyê bi dawî kirin û devikên kanalîzasyonê girtin.

Pirsgirêka kanalîzasyonê ya taxa Hilêliyê çareser bû
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya taxa Hilêliyê çareser bû
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya taxa Hilêliyê çareser bû
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya taxa Hilêliyê çareser bû
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya taxa Hilêliyê çareser bû
13 tebax, 2018   11:03

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Ev çend sal in welatiyên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji ber pirsgirêkên kanalîzasyonê rastî gelek astengiyan tên. Di demsalên Zivistanê de ava kanalîzasyonê derbasî xaniyên welatiyan dibe û di demsalên Havînê de jî bihna qirêj zêde dibe û di encamê de gelek nexweşî derdikevin. Devera herî zêde ziyanê ji vê pirsgirêkê dibînin, komîna Şehîd Mizgîn e.

Welatiyên taxê û bi riya komîna Şehîd Mizgîn gelek daxwazname pêşkêşî Şaredariya Gel a rojavayê bajêr kirin da ku pirsgirêka wan çareser bike. Piştî çend mehan ji bang û giliyên welatiyan, şaredariyê dest bi xebatên xwe yên çareserkirina pirsgirêkê kir. Şaredariyê kanalên nû li kanalîzasyonê zêde kirin û hemû devikên wan girtin.

Welatiyê bi navê Xandî Îbrahîm diyar kir ku ji ber pirsgirêkên kanalîzasyonê rastî gelek astengiyan dihatin û got ku di Havînê de bihna genî zêde dibe û di Zivistanê de jî ava kanalîzasyonê derbasî xaniyên wan dibû. Îbrahîm got ku Şaredariya Gel aliyekî pirsgirêkê çareser kir û aliyekî din jî hêjî li benda çareseriyê ye, ango di encama xebatên Şaredariyê de kolan têk çûne û pêdivî bi sererastkirina van kolanan heye.

Welatiyê bi navê Welîd Mehmo got ku pirsgirêka kanalîzasyonê ev nêzî 20 sal in nehatiye didome û got ku di serdema rêjîma Baasê de herêmên Kurdan bi temamî hatibûn paşguhkirin.

Berpirsyarê projeya sererastkirina kanalîzasyona taxa Hilêliyê Hisnî Hisên got ku wan pirsgirêka sereke ya kanalîzasyonê çareserkirine û piştî xebatên sererastkirina kanalîzasyonê bi temamî çareser bikin, dê di van çend rojan de kolanên hatine xirabkirin jî bêne sererastkirin.

ANHA