Li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn

Li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê di salvegera 34`an de bi civînekê ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk ve hate lidarxistin, hate pîrozkirin. 

Li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Lubnanê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
13 tebax, 2018   11:44

BEYRÛT

TEV-DEM`ê bi boneya salvegera 34`an a Pêngava 15`ê Tebaxê li paytexa Lubnanê Beyrûtê civînek li dar xist. Bi dehan kurdistaniyên li wê derê, endamên Tevgera Ciwanên Rojava û endamên Kongreya Star tev li civînê bûn.

Civîn li hola navenda Weqfeya Newroz hate lidarxistin. Hola civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê, al û sembolên kurdî hate xemilandin.

Ji rêveberên TEV-DEM`ê Şervîn Cûdî di civînê de axivî û hemû şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê bi bîr anîn.

Şervîn Cûdî got bi guleya şehîd Masûm Korkmaz (Egîd) çirûska yek a şoreşê li dijî hikumeta Tirkiyeyê ya ku der barê gelê Kurd Ii Bakurê Kurdistanê de komkujî pêk anî, dest pê kir.

Şervîn Cûdî destnîşan kir ku çirûska têkoşînê ya ku bi guleya şehîd Egîd dest pê kir rêya têkoşîn û azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê ronî kir.

Şervîn Cûdî got bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şervanên YPJ/YPG`ê li Bakurê Sûriyeyê efsaneyên dîrokî nivîsandin û li dijî çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra li ber xwe dan û têkoşîn kirin. Her wiha Şervîn Cûdî Berxwedana Serdemê di pêngava wê ya duyemîn de li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Şervîn Cûdî di dawiyê de soz da hemû şehîdên şoreşê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya ku ji aliyê şehîd Egîd û hemû şehîdan hatiye diyarkirin, bin.

Di dawiya civînê de koma şehîd Evesta dîlanên şoreşgerî pêşkêş kirin. Civîn bi dirûşmên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava 15`ê Tebaxî bi dawî bû.

(bx)

ANHA