Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine

Welatiyên gundê Girê Dêra ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo beriya nêzî 2 sedsalan bûn qurbaniyên siyaseta dagirkeriya Osmaniyan de ku dagirkeriya herêmê dikir. Li vir komeke girêdayî Osmaniyan  komkujiyek pêk anîn û di encamê de 81 welatiyên gund bûn qurbanî.

Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
Welatiyên Girê Dêra lêhûrbûnên karîseta beriya 2 sedsalan hêjî ji bîr nekirine
13 tebax, 2018   09:16

SEYDO ÎBO – LÎNA CANKÊR / QAMIŞLO

Gundê Girê Dêra 7 km bakurrojavayê navçeya Girê Spî ya kantona Qamişlo dikeve . Gund di sala 1860'î de hatiye avakirin. Di nîva gund de girek heye û li ser gir Dêreke Artûdoksan a kevin hatiye avakirin. Li hemberî gund dêreke din bi navê Dêra Reş hatiye avakirin û serdema avakirina van herdu dêran vedigere serdemên navîn.

Niha di gund de 70 mal hene û welatiyên wê yên eşîrên kurdan "Bêdarî, Başiqlî, Harona, Mema, Elîka û Omerkî". Di gund de dibistaneke seretayî û navîn heye û têde nêzî 100 xwendekarên gund û gundên derdorê tên perwerdekirin.

Beriya niha 12 kanî ji gund diherikîn, lê ji ber guhertinên atmosfêrê hemû kanî miçiqîn û di salên 80'yî ya sedsala borî de gelek welatiyan bîr kolandin. Nemaze piştî ku dewleta Tirk herikîna ava çem ku ji Bakur ber bi Rojavayê Kurdistanê ve diherike bi temamî birrî.

Welatiyên gund debara xwe ji çandiniyê û xwedîkirina sewalan werdigirin.

Gundê Girê Dêra di sedsala 19'emîn de rastî trajediyeke bi êş hat. Di wê demê de komeke girêdayî dagirkeriya Osmaniyan ku di wê demê de di bin serkêşiya kesê bi navê Ebdilkerîm El-Cerba û birayê wî Sifok de bû.

Çîroka gund

Rûspiyê gundê Girê Dêra yê bi navê Murad Umer ku bi temenê xwe 73 salî ye got ku di sala 1867'an de di serdema sultanê Osmanî Ebdilezîzê yekemîn de gundê Girê Dêra li ser destên koma Ebdilkerîm El-Cerba û birayê wî ya girêdayî dagirkeriya Osmaniyan rastî komkujiyeke dijwar hatiye.

Murad Umer diyar kir ku wî detayên pêkanîna komkujiyê ji bavpîrên xwe bihîstiye û got ku di serdema dagirkeriya Osmaniyan de derketina komên çekdar çi yên Kurd û çi jî yên Ereb eşkere bû da ku bi riya wan karibe dagirkeriya xwe li herêmê ferz bike. Umer got ku peywira van koman ew bû ku di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derbixînin.

Di wê demê de koma Ebdilkerîm El-Cerba ku komeke Ereban bû, hewl dida serweriya xwe li ser giştî rojhilat ber bi bakur û herêmên Kurdan ve ferz bike.

Li gorî Murad Umer piştî ku vê komê serweriya xwe li ser gundên derdora gundê Girê Dêra ferz kirin. Di wê serdemê de tenê riyek hebû û di gund re derbas dibû, ji ber vê yekê weke xeleka girêdana gundan bi aliyê başûr ve dihat destgirtin.

Girê çavdêriyê

Welatiyên gund girê di nava gund de welek girekî çavdêriyê li hemberî tevgerên dijminên gund bikar dianîn. Ji ber vê yekê ji gir re girê çavdêriyê tê gotin û ewlatiyan nobedariya xwe li ser gir dikirin.

Êrîş û berxwedan

Koma êrîşkar erebeyên bi qûmê dagirtî bûn û bi hêştiran dihatin kişandin di êrîşa xwe de bikar anîn da ku toz û telazê li gund çêbikin û çavdêrên li jora gir tevlîhev bikin.

Murad Umer got ku welatiyên gund û çavdêrên li jora gir heta dawî li ber xwe dan û piştî cebilxane bi dawî bû dijmin xetên parastinê şikandin û dest bi hilweşandina gund kir û bêtirî 80 jin û zilamên gund dîl girtin.

Koma êrîşkar piştre 81 welatiyên gund ku di nava wan de jinekî jî hebû serjê kirin û tê gotin ku xwîna welatiyan di gelî re herikî.

Umer got ku di çalakiya berxwedanê de jinên gund jî beşdar bûn û li gorî tê gotin jinekê rimekî êrîşkarekî jê stand û li rûyê wî da.

Piştî êrîşa ku di encamê de 81 welatiyên gundê hatin serjêkirin, welatiyên gund ên din ber bi gundên din ve reviyan û li ser rê rastî komeke êrîşkaran a din hat û ew talan kirin.

Murad Umer dibêje ku bavpîrê wî Osî Hacî giliya komkujiyê li ba Waliyê Osmaniyan ê bajarê Amedê kiriye û di encamê de Walî biryar girt û fermana girtina Ebdilkerîm El-Cerba û birayê wî Sifok da û piştre li bajarê Mûsilê hatin bidarvekirin.

Tevî ku koma êrîşkar bi agahdarî û fermana Walî tevdigeriya, lê dîsa jî Walî li gorî giliya welatiyan çû da ku hemû pêkhateyên herêmê bixe bin desthilatdariya xwe.

Piştî demekê welatiyên gund careke din vegeriyan gundê xwe û zinarê ku li ser welatiyên gund hatine serjêkirin şikandin.

ANHA