Li Filestînê sivîlekî din jiyana xwe ji dest da

Sivîlekî filestînî dema ku tev li çalakiyên meşa Vegera Mezin bû ku di 14`ê Gulana derbasbûyî de hate lidarxistin, birîndar bû û di encama wê de jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê hejmara qurbaniyan ji 30`ê Adarê ve bû 162.

Li Filestînê sivîlekî din jiyana xwe ji dest da
13 tebax, 2018   09:08

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ji Xezayê diyar kir ku sivîlê bi navê Wîsam Hecazî (30) di 14`ê Gulana derbasbûyî de tev Ii çalakiyên meşa Vegera Mezin bû ku di 30`ê Adara derbasbûyî de dest pê kiribû, birîndar bû û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Roja Înê hêzên Îsraîlê bi gule û bombeyên gazê êrîşî çalakiyên meşa Vegera Mezin kir. Di encama wê de 3 sivîl ku tev li çalakiyan bûbûn, jiyana xwe ji dest da, her wiha 242 sivîlên din jî birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara qurbaniyên meşa Vegera Mezin ku di 30`ê Adarê de hatiye destpêkirin, bû 162 û zêdetirî 18 hezar kes jî birîndar in.

(bx)

ANHA