Gabriyêl: QSD beşdarî şerê Idlibê nebûye

Berdevkê fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyêl îdiayên dezgehên çapemeniyê yên têkildarî beşdarbûna QSD'ê di şerê Idlibê de li rex hêzên rêjîmê derewandin.

Gabriyêl: QSD beşdarî şerê Idlibê nebûye
13 tebax, 2018   06:50

MIHEMED EL-EHMED – DIYAR EHMO / GIRÊ SPÎ

Ajsansa Anadolu a nûçeyan a girêdayî MÎT’a Tirkiyeyê di nûçeyeke xwe de îdia kir ku hejmareke şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rex hêzên rêjîma Sûriyeyê beşdarî şerê Idlibê bûne.

Girêdayî mijarê ajansa me ANHA'yê hevdîtinek bi berdevkê fermî yê QSD'ê Kîno Gabriyêl re pêk anî. Gabriyêl di destpêka axaftina xwe de got ku ew ji bo rizgarkirina hemû herêmên Sûriyeyê ji destên terorîstan û dagirkeriya Tirkiyeyê amade ne, lê ti rastiya nûçeyên hin dezgehên çapemeniyê ku dibêjin şervanên QSD'ê beşdarî şerê Idlibê bûne tune ye û heta niha tu şervanên QSD'ê ji bo şerê Idlibê yan herêmeke din nehatine şandin.

Gabriyêl got ku QSD'ê tenê xwe dispêre bangên welatiyan û heta niha tu hevpeyman an planeke leşkerî di navbera wan û hêzên rêjîmê de der barê şerê Idlibê de pêk nehatiye.

Gabriyêl di berdewama axaftina xwe de got ku eger welatî ji rizgarkirina wan ji bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyan bang bikin, an rêjîma Sûriyeyê wan vexwîne dê li gorî hevpeymanekê plansaziya xwe ya beşdarbûna şerê Idlibê aşkera bikin û wiha domand: "Bêguman di navbera her du aliyan de berjewendiyên hevbeş dê pêk werin.”

Der barê hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêjîma Sûriyeyê de Gabriyêl di axaftina xwe de wiha got: "Hevdîtinên di navbera MSD'ê û rêjîma Sûriyeyê de li Şamê pêk hatine. Der barê beşdarûbûna her du hêzan di şerê rizgarkirina Idlib, Efrîn û hin herêmên din de ku di van demên dawîn de ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, biryarek an encamek pêk nehatiye."

Girêdayî mijara rizgarkirina Efrînê ji bin dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê Gabriyêl wiha got: "Mijara Efrînê armanca me ya sereke ye û ji bo rizgarkirina wê em plan û amadekariyên xwe dikin."

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Kîno Gabriyêl di dawiya axaftina xwe de got ku ew ji diyalogê re amade ne da ku ewlehiya Sûriyeyê were parastin û şerê terorê were kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em amade ne ji bo vê jî li gel aliyên pêwendîdar danûstandinan bikin."

ANHA