Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin

Bi armanca pîrozkirina salvegera 15`ê Tebaxê, duh li navçeya Şêranê ya kantona Kobanê şahiyek hate lidarxistin.

Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
Li Şêranê salvegera 15`ê Tebaxê hate pîrozkirin
13 tebax, 2018   06:38

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên navçeya Şêranê ya rojhilatê bajarê Kobanê tev li şahiyê bûn. Şahî li dibistana navçeyê hate organîzekirin.

Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê hevserokê meclisa navçeya Şêranê Xelîl Bozan di şahiyê de axivî û pêngava 15`ê Tebaxê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: "Ev roj, ji bo gelê kurd rojeke dîrokî ye. Dewleta tirk digot me kurd defin kirin û li ser wan me beton kir, lê guleya yekemîn ku ji aliyê fermandar Egîd ve hate avêtin, ew beton şikand. Îro jî gelê me bi saya pêngava 15`ê Tebaxê  bi çand, ziman û rengê xwe dijî.ʺ

Bozan da zanîn ku ew ê di demeke nêz de rizgarkirina Efrînê jî pîroz bikin.

Piştî axaftinê, Koma Ciwanên Botanê û Koma Dilava yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê hatin ser dikê û stranên xwe yên şoreşgerî gotin. Şahî bi gerandina dîlanê û berzkirina dûrişman bi dawî bû.

(şm-sn/kc)

ANHA