'Dewleta tirk Ocalan girt lê fikrên wî azad in'

Hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriyeyê û endama rêveber a Yekitiya Jina Ciwan li Bakurê Sûriyeyê Albîn Ehmed destnîşan kir dewleta tirk ji ber tirsa xwe ji fikrên Ocalan ên rizgariya gelan armanc dikin, tecrîd li ser wî ferz kiriye. Her wiha Albîn tekez kir ku jinên ciwan ji bo azadiya Ocalan dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

'Dewleta tirk Ocalan girt lê fikrên wî azad in'
13 tebax, 2018   06:29

SILAVA EBDULREHMAN - KELSÛME ELÎ / QAMIŞLO

Dewleta tirk ji sala 2012'an ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdek giran ferz kiriye û bi bihaneyên cuda nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinan bikin.

Girêdayî vê mijarê hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriyeyê û endama rêveber a Yekıtiya Jina Ciwan li Bakurê Sûriyeyê Albîn Ehmed ji ajansa me axivî û diyar kir ku komploya li ser Ocalan hemû gelên azadîxwaz kir hedef.

Her wiha Albîn xuya kir ku dewleta tirk bedena Ocalan girt, lê fikirên wî yên azadiyê nikarî bigirta ji ber wê komplo bi ser neket.

Albîn gotinên xwe wiha domandin: "Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan girîngî da jina ciwan û rola wê di rizgarkirina gelan ji pergalên kapîtalîzmê. Ew pergalên ku rola jinan, derfet û enerjiya wan kêm kirine. Ji ber wê divê hemû ciwan û bi taybet jinên ciwan rola xwe ya pêşeng di avakirina civakê de bilîzin."

Albîn di berdewama gotinên xwe de wiha got: "Em ê li ser rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xêz kiriye, bimeşin. Em ê li pey fikira wî ya ronîdar bin ku rêya gelan û bi taybet jinên ku bûbûn esîrên kevneşopên civakî, ronî kiriye."

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriyeyê û endama rêveber a Yekitiya Jina Ciwan li Bakurê Sûriyeyê bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku bilebitin da ku bendekî ji binpêkirinên dewleta tirk re deynin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin.

(şx/ew)

ANHA