Navenda YCR‘ê ya Eyn Îsayê hate vekirin

Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), navenda xwe li navçeya Eyn Îsayê bi navê "Şehîd Zinar Kobanê" vekir.

Navenda YCR‘ê ya Eyn Îsayê hate vekirin
Navenda YCR‘ê ya Eyn Îsayê hate vekirin
12 tebax, 2018   18:12

GIRÊ SPÎ

Yekîtiya Ciwanên Rojava ya kantona Girê Spî navenda xwe li navçeya Eyn Îsayê bi navê "Şehîd Zinar Kobanê" bi merasîmekê vekir.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclisên navçeyê û bi dehan şênî di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Meclisa Navçeya Eyn Îsayê Siûd El-Fenaş û endamê Rêveber ê Yekîtiya Ciwanên Rojava Elî Hesen axivîn û vekirina navendê li ciwanên navçeyê pîroz kir.

Kesên axivîne rola navendê di pêşxistin û perwrdekirina ciwanan de destnîşan kirin.

Navend di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hate vekirin.

ANHA