Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Şêniyên herêma Tebqayê cenazeyên şervanên QSD‘ê Abdullah El-Cidai (Mêmatî) û Mihemed Salih El-Meter (Ebû Salih) ên ku dema erka xwe ya leşkerî bi cih di anîn li Reqayê şehîd bûn, li meraza Şehîdan a Tebqayê oxir kirin.

Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Tebqayê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
12 tebax, 2018   18:01

TEBQA

Girseya gel cenaze ji nexweşxaneya Wetenî  girtin û bi kerwanekî ber goristana Şehîdên Tebqayê ve birin.

Şêniyan cenaze hilgirtin ser milê xwe û li ser dika merasîmê danîn.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin û bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir.

Di merasîmê de ji fermandarê QSD'ê Zinar Kobanê sersaxî ji malbatên her du şehîdan xwest û wiha got:" Ji bo tunekirina DAIŞ'ê, îro li ser sînora Sûriye-Iraqê tenê çend kîlo mître mane. Em ê rêya tekoşînê ta rizgarkirina Bab, Cerablus û Ezazê û derxistian çeteyan ji Sûriyeyê bidomînin."

Zinar Kobanê her wiha tekez kir ku QSD'ê ji bo parastina gelên Sûriyeyê li hember çeteyan û artêşa tirk amade ye biçe her deverê.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî axivî û got û anî ziman ku dewleta Tirk piştgiriya xwe ji terror û çeteyên ku Efrîn, Bab û Idlib dagirkirine re û guheretina demografiya herêmê didomîne.

Hind El-Elî bang li civaka navdewletî kir ku li hember binpêkirinên li Efrînê erka xwe bi cih bînin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Komîteya Malbatên Şehîdan a Reqayê Hela El-Hesen axivî û got:" Vaye lehengên QSD'ê yên ku em fêrî wateya fedekarî û lehengiyê kirine. Heya niha û ji bo azadiya gelan û afirandina civakek azad, dilovan, aştî û jiyanek hevbeş de canê xwe feda dikin. Em soza berdewamkirina rêya wan didin".

Di dawiya axaftinan de, endama rêveber a Komîteya Malbatên Şehîdan Reşa El-Hîlal wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan radestî malbatên wan kir.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

ANHA