Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî (Lewend Qamişlo) bi merasîmek girseyî li goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya navçeya Til Hemîsê hate oxirkirin.

Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî li Til Hemîsê hate oxirkirin
12 tebax, 2018   17:21

QAMIŞLO

Şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî yê 7‘ê Tebaxê di encama qezayeke tirafîkê de li navçeya Til Birakê şehîd bûn.

B sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, şervanên YPG, YPJ‘ê, Hêzên Asayîşê û Polîsên Trafêkê beşdarî merasîmê bûn.

Şêniyan cenaze ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya gundê Salihiyê ya navçeya Til Hemîsê birin.

Li goristanê piştî torana leşkerî ya ji aliyê  şervanên YPG‘ê ve Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî ûHevserokê Meclisa NavçeyaTil Hemîsê Salih El-Xelef sersaxî ji malbatên şehîdan re xwe xwestin û soza şopandina xeta wan nû kirin.

Di axaftinan de hemû cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn û hate gotin ku bi say wan herêm di nava aramî û aşîtî ye de .

Wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girse cenaze di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA