Raporên xebatên meclisa Reqayê radestî William Robak hatin kirin

Serokê Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê Ibrahîm El-Hesen raporên kar û xabatên Melisa Sivîl a Reqayê radestî sefîrê Amerîkayê berê li dewleta Behreyn William Robak kir. Robak diyar kir civîn bi encam bû û soza alîkardayînê da.

Raporên xebatên meclisa Reqayê radestî William Robak hatin kirin
12 tebax, 2018   16:54

REQA

Bi armanca şopandina xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê, îro şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi serokatiya sefîrê Amerîkayê yê berê li dewleta Behreynê William Robak û hin fermandarên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê serdana bajarê Reqayê kir û bi nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê re hevdîtin kirin.

Civîn bi tevlêbûna hejmarek ji endamên komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê( komîteya jinûveavakirinê, perwerde, tenduristî û komîteya enerjiyê) li avahiya Meclisa Sivîl a Reqayê hate lidarxistin.

William Robak ji ajansa me re axivî û got:" Armanca serdanê, şopandina xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê û her wiha pêşkeşkirina alîkariyê ji bo meclisê ye. Em hewl didin ku alîkariyên mirovî û xizmetguzarî re pêşkeşî şêniyan bikin. Civîna me bi encam bû derbas bû."

Ji aliyê xwe ve serokê Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê Ibrahîm El-Hesen girîngiya hevdîtinê vegot:" Me raporên der barê xebatên meclisê pêşkêşî wan kir. Xebata herî girîng sererastkirina her du pirên ku bajarê Reqayê bi gundewarên başûr ve girê dide. Nîqaş li ser avakirina komîteyek ji aliyê koalîsyonê ji bo nirxandina lêçûna sererastkirina her du piran hat kirin.".

Ibrahîn El-Hesen diyar kir ku di hevdîtinê de rewşa tenduristiyê, perwerde, xezmetguzarî û kerheba hatin nîqaşkirin û raporên girêdayî rewşa giştî ya bajêr radestî Robak hatin kirin.

Di dawiya axaftina xwe de El-Hesen tekez kir ku civîn baş derbas bû. Pêşniyar û kêmasiyên ku xebatên jinûveavakirinê asteng dike hatin pêşkeş kirin. El-Hesen diyar kir kuk sefîrê Amerîka yê berê William Ropak soza pêşkeşkirina alîkariyê da.

(şx)

ANHA