Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû

Bi sponseriya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyeyê ya kantona Şehbayê bi hevkariya rewşenbîrên Efrînê, panelek li ser rewşa Bakurê Sûriyeyê hate lidarxistin.

Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû
Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû
Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû
Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû
Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû
Geşedanên dawîn mijara panela li Şehbayê bû
12 tebax, 2018   16:03

ŞEHBA

Panel li gundê El-Wehşiyê yê girêdayî kantona Şehbayê bi tevlêbûna siyasetmedar, akademsiyan, rojnamevan, rewşenbîr û serokên êlên ereban ên kantonên Şehba û Efrînê hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, komîteya amadekar a panelê bernameya panelê aşkere kir. Di panelê de geşedan û pêşdeçûnên siyasî li ser asta Sûriyeyê û bi taybet Bakurê Sûriyeyê hatin nîqaş kirin. Her wiha rola rewşanbîran di diyarkirina çaranûsa Sûriya pêşerojê de hate bi bîrxistin.

Piştre deriyê nîqaşê ji beşdaran hat vekirin. Mijarên ewlehî û aramiya li Bakurê Sûriyeyê, sedemên dagirkirina Efrînê û xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di nîqaşên panelê de cih girtin.

Beşdaran li ser girîngiya aktîfkirina Komîteya Dîplomasî ya herêmê, gihandina nimûneya projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji hemû cîhanê re tekez kirin. Her wiha beşdaran xwestin ku ji bo li hember dagirkeriya Tirk û siyaseta wê li herêmê pilan bên dayîn.

(şx)

ANHA