Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin

Sedan şêniyên Dêrazorê tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdê QSD‘ê Ekrem El-Yûsêf û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fîras El-Hesen bûn. bûn.

Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Dêrazor du şehîdên xwe oxir kirin
12 tebax, 2018   15:50

DÊRAZOR

Sedan şêniyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê ji bo pêşwazîkirina cenazeyên şervanê QSD‘ê Ekrem El-Yûsif (Yûsif) û endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Fîras El-Hesen ên li ser karê xwe şehîd bûn li goristana Ş.Henî El-Hesen a li herêma Bisêra kom bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê hêzên QSD‘ê ve dest pê kir. bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Elî axivî û ev tişt anî ziman, "Şehîd ji bo azadiya welat û parastina gel berdêlên giranbuha pêşkêş dikin, em ji bîr nekin ku bi saya wan em li vir kom bûne û di nava aramiyê de ne."

Ehmed El-Elî di berdewama axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da ev tişt anî ziman, "Em soz dikin ku em ê şopdarên xeta wan bin da armancên wan pêk bînin. Em ji dayikên şehîdan re dibêjin ku em zarên we ne û şehîd her tim di dilê me de ne."

Endama Rêvebe a Saziya Malbatên Şehîdan Îlham El-Hesen jî axivî û got, "Çiqasî em qala lehengiya şehîdan bikin, em nikarin mafê wan bidin. Em deyndarên şehîdan ne û soz didin ku em destkeftiyên wan biparêzin."

Paşê wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan ji aliyê endama rêveber a Saziya Malbatan Şehîdan ve hatin xwendin û radestî her du malbatên wan hate kirin.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan di nav tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA