Artêşa tirk gundên Girê Spî kir hedef

Artêşa tirk gundê Yabise yê rojavayê bajarê Girê Spî gulebaran kir.

Artêşa tirk gundên Girê Spî kir hedef
12 tebax, 2018   15:09

GIRÊ SPÎ

Nûçegihana ajansa me ji herêmê ragihand ku artêşa tirk îro cotkarek ji gundê Yabise yê nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê hedef girt.

Leşkerên artêşa tirk ji ser sînor ve hejmarek cotkarên gundê Yabise yê rojavayê bajarê Girê Spî hedef girtin û gule berdan .

Li gorî nûçegihana ajansa me, guleberdan piştî saetekê sekinî. Şênî ji ber gulebaranê nedikarîn ji mal derkevin.

Her wiha artêşa Tirk beriya vê bi 2 saetan cotkarek ji gundê El-Minbetih  ê dikeve rojavayê Girê Spî dema ku di zeviyê xwe de dixebitin hedef girtin û cotkar di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.

(şx)

ANHA