Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêma El-Xatûniyê civînek li dar xist

Bi aramnca şîrovekirina rêgez û armancên partiyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji şêniyên herêma El-Xatûniyê û deverên derdorê re civînek li dar xist.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêma El-Xatûniyê civînek li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêma El-Xatûniyê civînek li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêma El-Xatûniyê civînek li dar xist
Partiya Sûriyeya Pêşerojê li herêma El-Xatûniyê civînek li dar xist
12 tebax, 2018   14:54

REQA

Civîn li hola civînan a navenda Meclisa Jinan a herêma El-Xatûniyê hat li dar xistin.

Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û bi dehan şêniyên herêmê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cela Hemzewî axivî û got:" Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji hemû gelên Sûriyeyê ye. Rêziknameya xwe mafên her mirovekî bêyî ku li mezheba wî binirê diparêze. Li ser wê û ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî û ne navendî mînak e. Her wiha em dixwazin buroyên xwe li hemû parêzgehên Sûriyeyê vekin."

Ji aliyê xwe ve Seroka Buroya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Suad Xelo rola jin di partiyê, parastina mafên xwe û tevlêbûna wê di avakirina civakê de bi bîr xist. Her wiha Suad Xelo got ku divê jina Sûriyeyê ji jinên Rojhilata Navîn re bibe mînak.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Ruqeya El-Elo armancên partiyê ji beşdaran re şîrove kir û girîngiya tevlêbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê vegot.

Ruqeya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê jin xwe ji ziniyeta baviksalarî rizgar bike û têgeha azadiya jinê di hemû waran de belav bike.

(şx)

ANHA