Di teqîna Sermeda de 77 – Hat Nûkirin

Hate ragihandin ku di teqîna Sermeda ya Idlibê de di nav de jin û zarok 77 kes bûne qurbanî.

Di teqîna Sermeda de 77 – Hat Nûkirin
12 tebax, 2018   14:47

ŞEHBA

Li bajarê Sermeda yê Idlibê yê Sûriyeyê di depoya cebilxaneyê de teqînek pêk hat.  Di encamê de bi dehan kes bûne qurbanî.

Li gorî agahiyan ku çavkaniyan ji Idlibê dane, di teqaînê de piranî zarok bûn  32 kes mirin, di nav de 9 ji malbatekî ne. Her wiha di nav de çeteyên Cebhet El-Nusra hene 45 kes birîndar bûn.

Ji kesên ku di teqînê de mirin; Ehmed Ibn Mihemed Umer El-Ehmed, Şehed Mehmûd Umer El-Ehmed, Ednan Qedûr El-Ehmed, Tesnîm Ehmed Umer El-Ehmed.

Sermede, yek ji herêmên bazirgahiyê li Bakurê Sûriyeyê ye, li bakurê rojavayê Sûriyeyê dikeve.

Teqîn di heman demê de ku amadekariyên operasyoneke li Minbicê tê kirin, pêk hat.

(şx)

ANHA