Rêjîm topbarana li dijî sêkoşeya bakur didomîne

Hêzên rêjîmê topbarana xwe li dijî sêkoşeya Cisir Şixor - Deşta Xab - gundewarên Laziqiyê didomîne û hêzên xwe li herêmê zêde dike. Hin çavkaniyan jî ragihand ku şerê Idlibê beriya meha were dest pê nake. Hêzên rêjîmê serweriya xwe li çolistana Siwêda ferz dikin û der barê çarenûsa rehîneyan de xemgînî heye.

Rêjîm topbarana li dijî sêkoşeya bakur didomîne
12 tebax, 2018   10:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rêjîmê topbarana xwe li dijî sêkoşeya Cisir Şixor - Deşta Xab - gundewarên Laziqiyê didomîne. Di van çend saetên borî de jî hêzên rêjîmê gundên Zêzûn, Sermaniyê û Qilêdîn ên Deşta Xab ya girêdayî gundewarên Hemayê topbaran kirin. Di encamê de jineke gundê Zêzûn hate kuştin û gelek welatiyên din jî birîndar bûn.

Hêzên rêjîmê her wiha gundewarên rojavayê bajarê Cisir Şixor û gelek aliyên gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kirin. Di encamê de tenê ziyanên madî derketin.

Ev êrîşên hêzên rêjîmê di dema ku rêjîm alîkariyeke leşkerî ya mezin ber bi herêmên Hema, Idlib û Laziqiyê ve dibe de pêk tên. Rêjîm bi sedan leşker, siwareyên leşkerî û panzêr li van herêman bi cih dike û amadekariya çalakiyeke leşkerî ya mezin li sêkoşeya Cisir Şixor - Deşta Xab - gundewarên Laziqiyê dike.

Girêdayî çarenûsa parêzgeha Idlibê tevliheviyek heye. Hêzên rêjîmê hêza xwe ber bi parêzgehê ve zêde dike. Tirkiye jî tevgerên xwe yên dîplomasî bi Rûsyayê re zêde dike.

Fermandarekî leşkerî yê girêdayî rêjîma Sûriyeyê ji rojnameya El-Ereb re got ku şerê parêzgeha Idlibê beriya meha were nayê destpêkirin.

Her wiha hate ragihandin ku rêjîm dê belavkirina zêde ya hêzên xwe yên leşkerî li Hema û Idlibê bidomîne û piştrast kir ku alîkarî ji baregeha Corîn a bakurê rojavayê Hemayê ya nêzî bajarê Cisir Şixor re hatin şandin.

Fermandarê leşkerî piştrast kir ku alîkariyên leşkerî yên din ji baregehên rêjîmê yên li rojhilatê bajarê Hemayê re jî hatin şandin û li vir jî amadekariya çalakiyeke leşkerî li gundewarên Hema û Idlibê tê kirin ku tê payîn di meha bê de were destpêkirin.

Li parêzgeha Siwêda jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rêjîmê pêşketineke stratejîk bi dest xwe ve anî û serweriya giştî çolistana rojhilat û bakurê rojhilat dike.

Ev çalakî di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî gundewarên Siwêda de ku tê de 260 çekdar û sivîlên herêmî hatin kuştin, pêk hat.

Di heman çarçoveyê de, metirsiya li hemberî çarenûsa rehîneyên ku çeteyên DAIŞ'ê revandine li ba xizm û welatiyên Siwêda zêde dibe, nemaze piştî ku xebatên serbestberdana wan heta niha têk diçin.