Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike

Şandeyeke Amerîkayê bi serokatiya sefîrê Amerîkayê berê li dewleta Behreyn William Robak îro serdana bajarê Reqayê kir û bi endamên Meclisa Sivîl a Reqayê re civiya.

Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike
Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike
Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike
Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike
Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike
Şandeyeke Amerîkayê serdana Reqayê dike
12 tebax, 2018   09:43

REQA

Îro şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi serokatiya sefîrê Amerîkayê yê berê li dewleta Behreynê William Robak û hin fermandarên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê serdana bajarê Reqayê kir. Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa û Ebid El-Mihbaş û hin endamên din ên sazî û komîteyên girêdayî meclisê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya Amerîkayê li Navenda Meclisa Sivîl a Reqayê bi Komîteya Jinûveavakirinê û Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Enerjiyê re civiya. Civîna şandeyê li pêşiya çapemeniyê girtî pêk hat.

Hate ragihandin ku şande li rex endamên Meclisa Sivîl a Reqayê dê serdana gelek deverên bajêr bike û dê serdana saziyên têkildarî xebatên jinûveavakirina bajêr bike.

William Robak beriya niha jî serdana bajarê Tebqayê kir û bi hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec re di 2'yê vê Tebaxê de civiya.

Bajarê Reqa di 20'ê Cotmeha sala borî de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

ANHA