Li Urdunê şaneyeke terorîst hate têkbirin

Rayedarên Urdunê ragihand ku şaneyeke terorîst ku destê wê di êrîşa li dijî dewriyeke ewlehiyê li rojavayê Umanê de heye, di çalekiyekê de 3 endamên şaneya terorîst hatin kuştin û 5 endamên din jî li bajarê El-Selt hatin girtin.

Li Urdunê şaneyeke terorîst hate têkbirin
12 tebax, 2018   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Urdunê ragihand ku hêzên ewlehiyê 3 endamên şaneyeke terorîst ku destê wê di êrîşa li dijî dewriyeyeke ewlehiyê de heye, kuştine û 5 endamên din jî girtine. Her wiha çekên otomatîk ên terorîstan desteser kirin. Çalakiya li bajarê El-Selt ê Urdunê hê jî berdewam dike.

Wezîra dewletê yê Urdunê yê karûbarên çapemeniyê û berdevka fermî ya hikumetê Cûmana Xinêmat di daxuyaniyekê de wiha got: "Di bin banê xaniyê hilweşandî de 3 cenazeyên terorîstan hatin dîtin. Her wiha hejmara terorîstên hatine girtin 5 e." Cûmana Xinêmat got ku di çalakiyê de endamekî hêzên ewlehiyê birîndar bûye.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Urdunê duh ragihand ku endamekî hêzên ewlehiyê di êrîşeke terorîstan de hatiye kuştin û 6 endamên din jî birîndar bûne.

Li ser vê yekê li bajarê El-Selt çalakiyek hate destpêkirin û şaneyeke terorîst hate dorpêçkirin û endamên şaneyê nexwestin xwe radestî hêzên ewlehiyê bikin. Di encamê de xaniyê ku şane têde bû û mayin kiribûn, hate teqandin.