Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê xebatên xwe yên sererastkirin û vekirina rê û kolanên bajêr berdewam dike.

Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in
Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in
Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in
Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in
Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in
Xebatên sererastkirin û vekirina rêyên Reqayê berdewam in
12 tebax, 2018   09:00

ŞEHID HEMADÊ / REQA

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqayê xebatên xwe yên sererastkirin û vekirina rê û kolanên bajêr ku di demên borî de ji ber rewşa şer têk çûne, berdewam dike.

Komîteyê alav û amûrên qirkirina rê û kolanan peyda kirin û dest bi xebatên xwe kir. Xebatên sererastkirina rêyan li aliyê rojhilatê bajêr dest pê kir, nemaze ev rê li ba welatiyan xwedî girîngiyeke mezin e û bi rêya sereke ya bajarê Helebê ve tê girêdan.

Şaredariyê xebatên xwe ji kolana Bab Bexdad ber bi çerxerêya El-Delê ya navenda bajêr ve dest pê kir.

Çavdêrê projeyê endezyar Mihemed El-Elî girêdayî mijarê wiha got: "Xebatên me heta sererastkirina hemû rê û kolanên bajêr dê berdewam bikin û hemû astengiyên hatûçûnê yên rastî welatiyan tên dê bêne çareserkirin."

Piştî ku bajar ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, ji wê demê ve Meclisa Sivîl a Reqayê bê navber di nava kar û xebatan de ye.

ANHA