Sedemên zêdebûna qezayên trafîkê li Reqayê çi ne?

Endamê rêveber ê Navenda Trafîkê ya Reqayê Ehmed Esaf diyar kir sedema sereke ya qezayan, ajotina erebeyan ji hêla ajokarên ecemî ve ye û ji şêniyên bajêr xwest ku ji bo ewlehiya trafîkê alîkariya wan bikin.

Sedemên zêdebûna qezayên trafîkê li Reqayê çi ne?
Sedemên zêdebûna qezayên trafîkê li Reqayê çi ne?
Sedemên zêdebûna qezayên trafîkê li Reqayê çi ne?
Sedemên zêdebûna qezayên trafîkê li Reqayê çi ne?
Sedemên zêdebûna qezayên trafîkê li Reqayê çi ne?
12 tebax, 2018   09:14

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Li bajarê Reqayê û gundewarên wê, gelek qezayên trafîkê rû didin. Mehane digihîje zêdetirî 40 qezayan. Ji aliyê xwe Navenda Trafîkê ya Reqayê xebatên parastina welatiyan didomîne, bendên kontrolê di nav bajêr de danîne û bi şev û roj dewriyeyên trafîkê dimeşîne.

Her wiha Navenda Trafîkê yê girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajar û gundewarên Reqayê, ji bo rê li ber qezayan bigire gelek biryarên nû dan. Du navend li gundewarên Reqayê li Hezîme û El-Kalita girêdayî Navenda Trafîkê ya Giştî ya Reqayê hatin vekirin. Tê payîn ku di mehên bê de navendên din jî bên vekirin.

Di her navendekê de gelek beş hene: Beşa belgeyên kontrolkirinê, beşa kontrolkirina muxelefeyan û beşa dewriyeyên trafîkê.

Li gorî rêveberiyên trafîkê, sedema piraniya qezayan, ajotina erebeyan ji hêla ajpkarên ecemî ve, erebeyên mirêsdarî (mifeyem) û her wiha rawestandina erebeyan a ne bi rêk û pêk li ser rêyan e.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Navenda Trafîkê Ehmed Esaf diyar kir ku li bajêr heftane 10 qezayên trafîkê rûdidin.

Her wiha Ehmed destnîşan kir ku li gorî muxelefeyê ceza tê birîn û ev ceza ji bo birêxistinkirina tevgera trafîkê û mîsogerkirina neajotina erebe û motoran ji aliyê ciwanên ku temenê wan di bin 18 saliyê ve tên girtin.

Endamê rêveber ê Navenda Trafîkê Ehmed Esaf bang li şêniyan kir ku alîkariya asayîşa trafîkê bikin û nehêlin ku ciwanên di bin 18 saliyê de wesayîtan biajon û bi taybet motoran.

Ji destpêka rizgakirina Reqayê ji hêla QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê, Meclisa Sivîl a Reqayê û saziyên girêdayî wê ji bo xizmeta welatiyan bê navber dixebitin.

(şx/ew)

ANHA