'Rêya mirinê' nayê sererastkirin

Li çerxerêya "Rêya mirinê" ya ber bi bajarokê Tewîl ê bakurê bajarê Hesekê ve diçe, di encama qezayeke trafîkê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 2 welatiyên din bi giranî birîndar bûn.

'Rêya mirinê' nayê sererastkirin
'Rêya mirinê' nayê sererastkirin
'Rêya mirinê' nayê sererastkirin
'Rêya mirinê' nayê sererastkirin
12 tebax, 2018   08:31

HESEKÊ

Çerxerêya rêya sereke ya di navbera bajarê Hesekê û bajarên kantona Qamişlo de, li bajarokê Tewîl rêya herî zêde metirsîdar e û gelek caran qezayên trafîkê li vir rû dane, nemaze tu nîşaneyên trafîkê li ser vê rêyê nehatine danîn.

Tevî hemû pêşniyarên welatiyan ku pêşkêşî şaredariyê û polîsên trafîkê kirin ku nîşaneyan li ser firk û çerxerêyan bi cih bikin da ku ajokar lezbûna xwe lawaz bikin, lê heta niha tu çareserî nehatiye kirin.

Di vê çarçoveyê de duh di encama qezayeke tarfîkê de li heman deverê welatiyekî ji gundê Mergedê yê girêdayî kantona Hesekê jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.

Ajansa me ANHA'yê beriya niha jî bi navê "Rêya mirinê" nûçeyek der barê vê pirsgirêkê de weşand û welatiyên bajarok bi rêya ANHA'yê ji şaredariyê û polîsên trafîkê çareserî xwest, lê heta niha tu çareserî pêk nehatiye.

ANHA