Welatiyekî din ji Efrînê hate revandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyekî din ji Efrînê bê sedem revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Welatiyekî din ji Efrînê hate revandin
12 tebax, 2018   08:22

EFRÎN

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker duh welatiyê bi navê Cîger Asalan Seydo yê ji gundê Çoqê yê girêdayî kantona Efrînê bê sedem revand.

Çavkanî diyar kir ku welatiyê bi navê Cîger Asalan Seydo ji taxa xwe ya navenda Efrînê ji aliyê kesên ku bi navê  “polîsên leşkerî” tên naskirin ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Lîwa El-Sultan Mûrad a girêdayî artêşa tirk a dagirker kabloyên kehrebeya ji navenda Efrînê didizin, her wiha mal û milkên welatiyan talan dikin.

(bx/ew)

ANHA