Şênî daxwaz dikin lê şaredarî sozên xwe bi cih nayne

Şaredariya Gel a Eyn Îsa ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li taxa rojhilat soz dabû. Ji ber nebicihanîna van sozan şêniyên taxê daxwaza çareserkirina pirsgirêkê dubare kir. Endamên şaredariyê destnîşan kir ku ji ber kêmderfetan nikarin xebatên çaksazkirinê bidomînin.

Şênî daxwaz dikin lê şaredarî sozên xwe bi cih nayne
Şênî daxwaz dikin lê şaredarî sozên xwe bi cih nayne
Şênî daxwaz dikin lê şaredarî sozên xwe bi cih nayne
Şênî daxwaz dikin lê şaredarî sozên xwe bi cih nayne
Şênî daxwaz dikin lê şaredarî sozên xwe bi cih nayne
12 tebax, 2018   08:20

SEMÎRE DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Beriya vê û li ser rexne û giliyên şêniyên navçeya Eyn Îsayê, Şaredariya Gel a navçeyê di destpêka meha nîsanê ve dest bi projeya gihandina avê û sererastkirina toreyên avê ji hemû taxan re kiribû.

Şaredarî hingê bi rêya ajansa me ragihandibû ku wan projeya xwe gihandine serî. Ji ber ziyanên mezin di toreyên ava taxa rojhilat de wan nikarîbû sererast bikira, ji ber wê soz dan ku di demeke nêz de vê pirsgirêkê çareser bikin.

Di ser soza şaredariyê re mehek derbas bû û tu çareserî nehat kirin. Ji ber wê û di nav rawestandina sahrîcên avê ku şaredariyê eyar kiribûn de şêniyên taxê zehmetiyan ji ber tunebûna avê dikişînin.

Rexmî hewldanên şaredariyê yên bêhempa ji bo çareserkirina zirarên toreyên avê li taxên navçeyê, lê bi temamî pirsgirêk çareser nekir.

Niştecihên taxa rojhilat bi navên Nezmiyê Mihemed û Sîhema Elî diyar kir ku ew ji ber vê pirsgirêkê gelek zehmetiyan dikişînin û pir caran li gel şaredariyê gilî kirine lê giliyên wan bê encam man.

Her wiha destnîşan kirin ku sahrîcên avê hefteyê carekê tên taxê û ew têra pêwîstiyên wan nake û her wiha hin caran ava sahrîcan ne paqij e û dibe sedema nexweşiya zarokan.

Di dawiyê de her du jinan bang li şaredariyê kir ku bi lez vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku şêniyên taxê di nav  germahiya zêde de gelek zehmetiyan dibînin.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Komîteya Avê yê şaredariyê Farûq Mistefa ji ajansa me re sedema derengmayîna çareserkirina vê pirsgirêkê parve kir û wiha got: "Me beriya mehekê ji şêniyan re tekez kir ku hemû toreyên avê hatine sererastkirin. Lê ji ber ziyanên mezin di toreyên avê yên taxa rojhilat de heta niha me nikarî çareser bikira. Sedema pirsgirêka heyî, kêm saetên xebitandina avhilmija stasyona El-Zahîre ye. Ew jî ji ber biçûkbûna jeneratorê dertê holê. Me ji Rêveberiya Kantona Girê Spî jeneratoreke mezin xwest, heta niha me negirt. Lê di demeke nêz de em ê wergirin."

Li ser toreyên avê yên xirabe, Komîteya Avê ya Şaredariya Gel a navçeyê tu daxuyanî der barê dem û çawaniya sererastkirinê de nedan.

(şx/ew)

ANHA