Li Şêrawayê 4 gund di nav dorpêçê de jiyana komînal didomînin

4 gundên rojavayê başûrê navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ji destpêka dagirkirina artêşa tirk û çetreyên wê ji Efrînê re hatine dorpêçkirin. Şêniyên wan gundan tenê ji alîkariyên komînan pêdiviyên xwe peyda dikin û rojê 2 demjimêran kehrebeyê dibînin.

Li Şêrawayê 4 gund di nav dorpêçê de jiyana komînal didomînin
Li Şêrawayê 4 gund di nav dorpêçê de jiyana komînal didomînin
Li Şêrawayê 4 gund di nav dorpêçê de jiyana komînal didomînin
Li Şêrawayê 4 gund di nav dorpêçê de jiyana komînal didomînin
12 tebax, 2018   07:26

ELÎ KEDRO-CAFER CAFO/EFRÎN

Dagirkeriya tirk û çeteyên wê Efrîn bi êrîşek hovane û pêkanîna komkujiyan der heqê sivîlan de û piştî berxewdanek bêhempa ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPG-YPJ) ve, Efrîn dagir kir.

Lê hin gundên girêdayî navçeya Şêrawa derveyî serweriya dagirkera tirk man û niha dagirkera tirk û çeteyên wê dorpêçek giran li ser wan gundan ferz kiriye û destûr nade ku madeyên xwarinê û pêdiviyên pêwîst ên rojane derbasî gundan bibin.

Gundên Birc El-Qas, El-Zoq El-Kebîr, Kilote û Başmra  yên girêdayî navçeya Şêrawayê ne hatine dorpêçkirin. Şêniyên gund warên xwe bernedan û bi sedan şêniyên Efrînê pêşwazî kirin.

Komînên van gundan bi derfetên xwe yên kêm û sînordar, alîkariyên besît ji şêniyan re pêşkêş dikin.

Girêdayî vê mijarê hevserokê meclisa her çar gundan Ebdulfetah Hemo bi ajansa me re axivî û wiha got: "Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, em bi derfetên xwe yên sînordar alîkariyê ji şêniyên gund û şêniyên Efrînê re ku li gund bi cih bûne, pêşkêş dikin."

Hemo destnîşan kir ku ew mehê du caran alîkariya madeyên xwarinê ku ji berhemên navçeyê ne, wekî kartol û pîvaz li ser şêniyan belav dikin. Hemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber dijwarbûna peydakirina sotememî ji ber dorpêçê, ew kehrebeyê rojê tenê 2 demjimêran didin gundan.

(şx/ew)

ANHA