Gundên êzidiyan dubare rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên

Gundê Til Xatûn ê navçeya Tirbespiyê li nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojava de dikeve. Welatiyên gund ji pêkhateya êzidî ne û ev çend sal e dubare rastî destdirêjiyên artêşa dewleta tirk tên.

Gundên êzidiyan dubare rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Gundên êzidiyan dubare rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Gundên êzidiyan dubare rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
Gundên êzidiyan dubare rastî destdirêjiya Tirkiyeyê tên
12 tebax, 2018   06:40

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Gundê Til Xatûn 10 km li bakurê bajarê Tirbespiyê û 1 km li başûrê sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dikeve. Welatiyên gund ji pêkhateya êzidî ne û di sala 1990'î de nêzî 100 malbat tê de dijiyan. Lê ji ber rewşa xizantiyê, nemaze artêşa tirk qedexe dikir ku şivanên gund ji deverên sînor nêzîk bibin û gelek caran xebatên cotkaran qedexe dikirin. Di encamê de piraniya welatiyên gund berê xwe da navenda navçeya Tirbespiyê û bajarên din ên Cizîrê û hin welatiyên din jî ji welat penaber bûn.

Welatiyên gundê Til Xatûn ku niha tenê 11 malbat in, çîrokên xwe yên biêş ji ber destdirêjiyên dewleta tirk vedibêjin. Ji ber ku gund li nêzî devera sînor e, welatiyên gund ji aliyê leşkerên artêşa tirk ve dubare rastî êrîş û destdirêjiyan tên û bi taybet di van salên dawîn de.

Di van salên borî de 3 welatiyên ji gund ji ber teqîna mayinên leşkerên tirk û du welatî jî ji ber fişekên leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan, ev kes jî ev in: Xêredîn Hecî Şêxmûs, Silêman Mexso, Şukrî Kobo, Milo Newroz û Biro Îbrahîm. Her wiha şivanê bi navê Hisên Eho du caran dema ku şivantî dikir, ji aliyê leşkeran ve hate birîndarkirin.

Malbat ji hev qetandin

Silêman Çolî yek ji temenmezinên gundê Til Xatûn e, girêdayî mijarê got ku dewleta tirk ji dema berê heta niha astengiyan ji welatiyên gund re derdixe û di encamê de gelek malbat ji hev cuda kirin. Çolî diyar kir ku dema ew pez û sewalên xwe diçêrînin ji aliyê leşkerên tirk ve tên hedefgirtin û wiha domand: "Leşkerên tirk rojane bê sedem guleyan ber bi welatiyên gund ve diavêjin."

Silêman Çolî di dawiya axaftina xwe de got ku gelek gundên din jî hene rastî destdirêjiyên artêşa tirk tên ên wekî Kerdîm, Kêl Hesnak, Melle Ebas û Dêrna Qilinga.

ANHA