Ekonomîst Sonmez: Dê bertekên krîza ekonomiyê dakeve kolanan

Ekonomîst Mustefa Sonmez bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku piştî Arjantînê Tirkiye bûye welatê herî birîsk û ne pêkan e ku rejîma yekzilamî xwe ji vê krîzê xilas bike.

Ekonomîst Sonmez: Dê bertekên krîza ekonomiyê dakeve kolanan
12 tebax, 2018   07:26

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiyeyê yê krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe. Her roja ku diçe lîreyê Tirkiyeyê li beramberî dolar nirxê xwe winda dike, bi vê re jî di nava civakê de bertekên li dijî hikumetê zêde dibin. Ekonomîst Mustefa Sonmez krîza ekonomîk a li Tirkiyeyê û bilindbûna dolar nirxand û diyar kir ku dê bertekên gel li dijî krîzê hêdî hêdî dakevin kolanan.

Ekonomîst Mustefa Sonmez destnîşan kir ku bingeha krîza aborî ya li Tirkiyeyê rejîma yekzilamî ya piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê hat avakirin e û wiha axivî: “Di aboriya Tirkiyeyê de şikestinên cidî hene, enflasyon bi lez bilind dibe, bêkarî gihaştiye astek bilind, valahiya carî pir bilind e û bi ser de jî her roj valatiyên budçeyê lê zêde dibin. Vê rewşê jî Tirkiye kiriye welatekî piştî Arjantînê yê herî xeternak.”

Li hemberî lîreyê Tirkiyeyê bêbaweriyeke mezin heye

Sonmez bêbaweriya aborî ya li Tirkiyeyê nirxand û anî ziman ku bêbaweriya aborî ji beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê hem di hundir hem jî ji derve de zêde bûn, dihat hêvîkirin ku eger encameke cuda ji hilbijartinê derketiba dibû ku guherînek derketiba holê, lê ev yek pêk nehat. Sonmez got ku dibû krediyek baweriyê bihatiba vekirin û wiha pê de çû: “Lê ji ber ku rejîm nehat guhertin, bêbaweriya hundir û ji derve berdewam dike. Dema bêbawerî berdewam kir jî ji derve de pereyên deyn nayên dayîn, çavkaniyên biyanî naherikin. Di hundir de jî bêbaweriyeke mezin li dijî lîreyên Tirkiyeyê heye. Her kes li dijî eflasyonê ji bo xwe bixe garantiyê berê xwe didin dovîz. Stokek bilind a deynên ji derve heye. Valahiya dovîzên şîrketan 217 milyar dolar e, di nava salekê de rêjeya ku divê dovîz bigihîje 230 milyar dolar e. Di vê mîqdarê de pêwîstiya dovîz, bi awayekî xwezayî taleba dovîz û bihayê dovîz bilind dike. Rejîma heyî baweriyê nade û di gel vê jî pereyên ku ji derve diherikin welat tên birîn, ji ber vê sedemê jî welatî TL divegerînin dovîzan. Ev jî her ku diçe tengbûnê zêdetir dike. Ji bo TL cazîbeyê qezenc  bike, divê faîzan bilind bike. Ev jî nayê kirin, ji ber ku bilindkirina faîzan pirsgirêkên cuda bi xwe re tîne. Bi vê re jî ekonomiyek ku di navbera faîz û dovîzên bilind de mayî asê derdikeve holê. Heta ku rejîma yekzilamî neyê derbaskirin, ketina ekonomiyê ya asta asayî zehmet dixuye.”

Niyeta Amerîkayê heye ku dersekê bide rejîma yekzilamî

DYA’ê di hefteyên borî de biryar da ku heta rahîb Andrew Brunson ku li Tirkiyeyê di zindana malê de tê ragirtin neyê berdan, dê pêkanînên li dijî Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û Wezîrê Karên Derve Suleyman Soylu berdewam bikin. Piştî daxuyaniya DYA’yê dolar ji 5 TL derbas bû. Sonmez pêkanînên DYA’yê yên li hemberî Tirkiyeyê nirxandin û diyar kir ku bernedana Brunson, hevpeymanên ku bi DYA’ê re hatin kirin û encamnegirtina wan her ku diçe krîza aboriyê kûrtir dike.

Sonmez destnîşan kir ku eger pêkanînên DYA’ê yê berdewam bikin, dê krîza ekonomîk kûrtir bibe, dê rêjeya bêkariyê bilindtir bibe. Sonmez gotinên xwe wiha berdewam kir: “Rahîp Brunson karteke di destê DYA’ê de. Di rastiyê de DYA dixwaze Erdogan, yanî rejîma yekzilamî lewaz bike. Niyeta DYA’yê ew e ku dersekê bide Erdoganê her tim li pêşiya wê astengiyan çêdike.”

 Nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Rûsya û Çînê re di gotinê de ye

Sonmez bal kişand ser nêzîkbûna Tirkiyeyê bi Çîn û Rûsyayê re û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Rejîma yekzilamî ji bo şikandina çembera li dora xwe nêzîkbûna xwe bi hêzên wek Çîn û Rûsyayê re û ew wek koz bi karanîn ji gotinê derbaz nabe. Ji ber ku Tirkiye bi kapîtalîzma rojava re bûye yek, ekonomiya Tirkiyeyê bi temamî bi vê sistemê re hatiye danîn. Heman demê di NATO’yê di ji aliyê leşkerî de bûye yek û nikare van hemû tiştan di carekê de ji holê rake û di blokeke din de cih bigire.”

Krîz dê hemû beşên civakê dorpêç bike

Sonmez daxuyand ku eger rewşa ekonomiya Tirkiyeyê wiha berdewam bike, eflasyon zêdetir bibe dê krîz kûrtir bibe û wiha axivî: “Berhem bi eflasyonê re serederiyê nakin, gel bi lez feqîr dibe. Bi vê re jî bêkarî her ku diçe zêdetir dibe. Hemû beşên civakê ji vê rewşê bandor dibe. Dê şirketên bi aqilê AKP’ê tev digerin derbên cidî bixwin.”

Dê bertek dakevin kolanan

Sonmez da zanîn ku derbazkirina AKP’ê ya sengera ekonomîk û rawestandina krîzê wisan ne hêsan e û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “AKP dixwaze li hemberî van rewşên neyînî bi hêza dewleta polîs a avakirî û hêza çapemeniyê dixwaze pêşiya vê rewşê bigire. Li hemberî vê jî bertek hêdî hêdî dadikevin kolanan.”

ANHA